Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke bilind a ji Fermandariya Parastina Sînor a Îraqê ragihand ku rewşa li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê li her du aliyan asayî ye û ti tevgera gumanbar nîne.
Çavkaniyeke bilind ji Fermandariya Parastina Sînor a Îraqê doh bi şev ji Rûdawê re got:
"Me li ser wan nûçeyên ku li ser rewşa sînorê me yê bi Sûriyeyê re hatine belavkirin lêkolîneke temam kir. Rewşa sînoran asayî (normal) ye."
Heman çavkaniyê da zanîn ku hêzên wan di asta herî bilind a amadehiyê de ne û rewş di bin kontrolê de ye û destnîşan kir:
"Rewş li her du aliyên Sûriye û Îraqê asayî ye û ti rewşa gumanbar nehatiye tomarkirin."
Sîpan Hemî gotegot red kirin
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo jî gotegotên li ser hebûna rewşeke awarte ya li herêmê red kirin.
Sîpan Hemo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: "Sînorên Sûriye û Îraqê aram in."
Ev daxuyanî piştî wê yekê hatin ku li ser hinek torên civakî nûçe belav bûn ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ji ber rewşa Libnan û Îraqê ketine rewşa amadehiyê.
Dirêjiya sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê 618 kîlometre ye.



