Kerbela (Rûdaw) - Bi milyonan kes ji 172 welatan ji bo Çilê Îmam Hisên çûne Kerbelayê.
Di nav wan de bi dehan ziyaretkar û karwanên xizmetguzariyê yên Kurdan ên ji her çar parçeyên Kurdistanê jî hene.
Di nav 13 hezar karwanên xizmetguzariyê yên ji Necefê heta Kerbelayê de, karwanên Kurdên Kirmaşan, Îlam, Loristan, Xorasan û Dêrsimê jî tên dîtin.
Salane karwanên Kurdan, ji Aşûrayê heta Çilê Îmam Hisên li cadeyên Necef û Kerbelayê bi sedan ton xwarin û vexwarinê li ziyaretkaran belav dikin.
Kurdên Feylî herî zêde ne
Kurdên Feylî xwediyên herî zêde yên karwanan in.
Ew 40 rojan cureyên cuda yên xwarin û vexwarinan li ziyaretkaran belav dikin.
Berpirsê karwanekî yê bi navê Mihemed Selman got:
"Armanca me ya yekem a ji vî karî ew e ku em peyama xwe bigihînin Îmam Hisên. Her wiha em bibêjin cudahî di navbera Kurd, Ereb, Tirkmen û hemû pêkhateyan de nîne."
"Em cudahiyê naxin navbera Ereb û Kurdan"
Berpirsê karwanekî din ê bi navê Cemîl Mîran jî qala xizmeta xwe kir û got:
"Em cudahiyê naxin navbera Ereb û Kurdan, Xirîstiyanan û her wiha di navbera Sunî û Şîeyan de jî.
Hemû pêkhate û çîn di nav karwanên Kerbelayê de hene. Heta biyanî û Ecem jî hene."
Berpirsekî karwanekî din Ebdulhesen Bawî jî got:
"Destpêkê em deh kes bûn. Niha bi îzna Xwedê em ji sed kesî zêdetir in.
Em xizmeta ziyaretkaran dikin û em cudahiyê naxin navbera ti kesan."
Diayên ji bo her çar parçeyan
Welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Yûsif ê ji Îlamê jî xwest ku pirsgirêkên Kurdan çareser bibin û wî wiha dia kir:
"Min dia kir ku pirsgirêkên birayên min ên Kurd çi li Îranê, çi li Îraqê, yan li Tirkiyeyê û Sûriyeyê çareser bibin.
Min ji Xwedê xwest ku pirsgirêkên wan ên aborî û manewî nemînin, eger pirsgirêka wan a bêkariyê hebe çareser bibe. Me li cem Eba Ebdulah dia kir ku Xwedê wan bi ser bixe."


