Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Taciyê ya li bakurê Bexdayê teqînek çêbû.
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Sed Men ji Rûdawê re eşkere kir ku teqînê îro derdora demjimêr 16:30î rû daye.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku teqîn ji ber “germahiya zêde” çêbûye.
Lê belê Sed Men da zanîn ku hîn sedema teqînê bi zelalî nayê zanîn.
Sed Men ragihand ku di vê bûyerê de ti kes nemiriye û birîndar nînin.
Wî her wiha destnîşan kir ku tîmên parastina sivîl hewl didin agirê ku piştî teqînê derketiye kontrol bikin.
Kampa Taciyê baregeheke artêşa Îraqê ye û balafirgeheke leşkerî jî lê heye.
Ev kamp 27 kîlometreyan li bakurê Bexdayê ye.


