Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo beşdarbûna bîranîna Çileya Îmam Hisên, bi milyonan ziyaretkarên ji navxwe û derveyî Îraqê berê xwe da parêzgeha Kerbelayê.
Tê pêşbînîkirin ku heta roja sêşemê hejmara ziyaretkaran 23 milyonan derbas bike.
Tevî ku li Kerbelayê pileyên germahiyê gihîştine 45an jî li bajêr qerebalixiyeke mezin tê dîtin.
Tenê di çend rojên dawî de 4 hezar û 500 ziyaretkarên biyanî gihîştine parêzgehê.
Çîroka geşteke 16 rojî
Nacih Seqer, zilamekî 64 salî yê ji Basrayê ye.
Ew bi hevjîna xwe û sê neviyên xwe re, ev 16 roj in ji Besrayê bi meşê bi rê ketiye ji bo ku xwe bigihîne gora Îmam Hisên a li Kerbelayê.
Nacih da zanîn ku ew 23 sal in bi berdewamî beşdarî vê bîranînê dibe û got:
“Ez salane 500 kîlometreyan bi meşê diçim û qet hest bi westiyanê nakim.
Ji Besrayê heta bi Kerbelayê sifreya xwarinê ya Îmam Hisên hatiye raxistin.
Em bi şevan tenê 4 heta 5 demjimêran radizan û rojane 30 heta 35 kîlometreyan dimeşiyan."
Xizmetguzarî: Ji avê heta bi cihê raketinê
Li ser rê de bi sedan konên xizmetê hatine danîn.
Ew kon, sê danan xwarin, av, çay, şîranî û cihê raketinê bêpere pêşkêşî ziyaretkaran dikin.
Ebas Casimê ku xwediyê yek ji wan konan e wiha got:
"Em salane ji bo xizmetkirina ziyaretkarên Eba Ebdulah (Îmam Hisên) amadehiyan dikin.
Me her tişt peyda kirine, ji av û şerbetê heta bi xwarin û pêdiviyên din."
Ji Necefê heta bi Kerbelayê
Heyder Mewla jî yek ji wan ziyaretkaran e ku ji Necefê hatiye û wî jî got:
"Em sê rojan di rê de bûn, me rojane nêzîkî 500 stûnan derbas dikirin."
Ev stûn di rêya navbera Necef û Kerbelayê de wekî nîşan hatine danîn.
Mewla her wiha got, “Spas ji Xwedê re hemû xizmetguzarî hebûn, di rêya Îmam Hisên de mirov naweste."
Salane 20ê meha Seferê ya li gorî salnameya Koçî, bîranîna çileya kuştina Îmam Hisên (neviyê Pêxemberê Îslamê û kurê Xelîfeyê çarem ê Raşidîn Îmam Elî) tê lidarxistin.
Di vê rojê de bi milyonan kes ji seranserê cîhanê berê xwe didin Kerbelayê.


