Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di salvegera 43yan a Enfala Barzaniyan de sersaxî ji Serok Barzanî re xwest.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di salvegera 43yan a Enfala Barzaniyan daxuyaniyek belav kir.
Elî Zeydî di daxuyaniya xwe de sersaxî ji gelê Kurd, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî re xwest û got:
"Salvegera 43yan a tawana rejîma Beasê ya li dijî tevgera neteweyî ya Kurdan û cenosîda Barzaniyan e.
Ev roj di bîra gelê Îraqê bi giştî û gelê me yê Kurd bi taybetî de zindî ye."
Zeydî diyar kir ku ev tawan di çarçoveya hewldanên jinavbirina nasnameyê, çêkirina gorên bikom û tirsandinê de hat kirin û da zanîn:
"Lê di dawiyê de wan nekarî vîna gelê me yê Îraqê yê dijî zilm û dîktatoriyê bişkînin."
Serokwezîrê Îraqê di peyama xwe de bal kişand ser qurbaniyên Kurdan û wiha axivî:
"Em di vê roja biêş de sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurd, serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û di serî de ji Birêz Mesûd Barzanî re dixwazin.
Em bi wan qurbaniyên mezin serbilind in."
Zeydî anî ziman ku “ew qurbanî li gel qurbaniyên hemû pêkhateyên Îraqê, tevlî hilatina roja azadiyê û damezirandina sîstema demokratîk a federal bûn.”
Li gorî gotina Zeydî, di vê sîstemê de her kes bi mafên destûrî, rûmet û rêzdar dijî.
Elî Zeydî di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku ew tekezî li ser berdewamiya karê niştimanî yê dilsozane dikin ku rûbirûyî hemû astengiyan bibin û ev yek ji bo Îraqeke bihêz, azad û xwedî serweriyeke temam e.



