Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxane û nûnertiya dîplomatîk a Amerîkayê ya li Îraqê hişyariyeke nû ya ewlehiyê da welatiyên xwe.
Di hişyariyê de tekezî li ser metirsiya berdewamiya êrişên bi dronan ên li Hewlêrê hat kirin û hat xwestin ku welatî bi ti awayî neçin Îraqê.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê de amaje bi "liv û tevgera dronan a li asmanê Hewlêrê" hat kirin û hat gotin:
"Piştî wan êrişên ku 15ê Tîrmehê bi rêya dronên ku Îran piştgiriya wan dike li ser Hewlêrê hatin kirin, em şîretê li welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê dikin ku di asta herî bilind a hişyariyê de bin, medyaya navxwe bişopînin û li gorî rênimayên desthilatdarên navxwe tevbigerin."
Îhtimala girtina asman
Amerîka her wiha hişyarî li ser têkçûna geştên asmanî da û diyar kir:
"Îhtimal heye ku di her kêliyê de û bêyî agahdarkirina pêşwext, di geştan de alozî derkevin û asmanê welêt were girtin."
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, careke din biryara hişyariya "asta çaran" bi bîr anî.
Di vê astê de ji welatiyên Amerîkayê tê xwestin ku bi ti awayî neçin Îraqê.
Sedemên vê hişyariyê wekî "teror, revandin, pevçûnên çekdarî, aloziyên civakî û sînordarbûna şiyana hikûmeta Amerîkayê ya ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên hawarçûnê ya ji bo welatiyên Amerîkayê yên li Îraqê" hatin nîşandan.
Li ser geştên asmanî jî, ji bo wan Amerîkiyên ku dixwazin ji Îraqê derkevin hat xwestin ku berî çûyîna balafirgehên Hewlêr, Silêmanî, Bexda û Besreyê, li gel şirketên balafiran piştrast bikin ku geştên wan nehatine betalkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî fermana derketina neçarî ji bo beşek ji karmendên nûnertiya dîplomatîk a Amerîkayê ya li Îraqê hatiye dayîn jî, Balyozxaneya li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya li Hewlêrê karên xwe didomînin.
Welatiyên Amerîkayê dikarin bi rêya emaîlê pêwendiyê bi wan re deynin.


.jpg&w=3840&q=75)
