Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê 2 şêr ji malekê reviyan û tîmeke taybet li wan digere.
Birêvebirê rêxistineke parastina jîngehê diyar kir ku ew dê îşev bi dronên termal hewl bidin wan bibînin.
Ew her 2 şêr danê sibehê li herêma Taciyê ya li bakurê Bexdayê ji malekê reviyan û çûn nav baxçeyên wê herêmê.
Hekem Şemeriyê Birêvebirê Xaça Kesk a Îraqê ya ku li ser parastina jîngehê dixebite ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ew agahdar kirine ku ew her du şêr ji qefesên xwe reviyane.
Şemerî eşkere kir ku hinek welatiyên li herêma Taciyê ew şêr dîtine û tîmên wan dest bi lêgerînê kiriye.
Şêr ji Afrîkayê anîne
Hekem Şemerî da zanîn ku yek ji wan şêran nêr û ya din jî mê ye û ew di navbera salek û sal û nîvekê de ne.
Ew li malekê dihatin xwedîkirin û xwediyê malê ew ji Afrîkayê anîbûne.
Ew her 2 şêr saet 05:00ê destê sibehê reviyane lê heta niha ti agahî negihîştine aliyên pêwendîdar ku wan êrişî welatiyan kiribe.
Dê guleyên bêhişker werin bikaranîn
Birêvebirê Xaça Kesk a Îraqê destnîşan kir:
"Baxçeyên wê herêmê pir geş in û dîtina şêran zehmet e.
Me biryar da ku em îşev bi dronên termal li wan bigerin.
Eger em wan bibînin, em dê ji bo girtina wan guleyên bêhişker bi kar bînin."


.jpg&w=3840&q=75)
