Hewlêr (Rûdaw) - Li Besreya Îraqê di qezayeke trafîkê de 9 ziyaretkar mirin.
Berpirsên parêzgehê ji Rûdawê re ragihand ku ajoker serxweş bûye û hatiye girtin.
Bûyerê îro li qezaya Harseyê ya li bakurê Besreyê rû da.
Qaymeqamê Harseyê Nezîr Ebdulhadî Şawî ji Rûdawê re got:
"Bûyerê nêzîkî saet 04:30î rû da. Otomobîlek ketiye nav ziyaretkaran û di encamê de 9 kes mirine û 12 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan xelkê Besreyê ne."
Ajokar serxeş bû
Nezîr Ebdulhadî Şawî destnîşan kir ku ji bo ajokar pişkinîna bijîşkî hatiye kirin û derketiye holê ku ew serxweş bûye.
Şawî anî zimên ku ajokar niha li navenda polîsan a Harseyê girtî ye.
Alîkarê Parêzgarê Besreyê Mahir Amirî jî ji Rûdawê re ragihand: "Heta niha 9 zîyaretkar mirine û 12 kes jî birîndar bûne. 7 ji birîndaran piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketine."
Ber bi Kerbelayê ve diçûn
Mahir Amirî diyar kir ku piraniya ziyaretkaran welatiyên Îraqê ne û ji bo beşdarbûna merasîmên dînî ber bi Kerbelayê ve diçûn û got:
"Şofêr serxweş bû û otomobîla xwe li ziyaretkaran daye. Niha hatiye girtin û lêpirsîna li ser wî berdewam dike."

.jpg&w=3840&q=75)

