Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya Encûmena Dadweriya Bilind a Îraqê, zanyariyên dawî li ser çarenivîsa wan çekdarên DAIŞê yên ku destpêka îsal ji Sûriyeyê vaguhastibûn Îraqê eşkere kirin.
Berpirseke navendê diyar dike ku lêpirsîna nêzîkî 5 hezar tohmetbaran qediyaye û ew dê tebaxê bişînin dadgehê.
Berpirsa Yekîneya Lêkolîn û Lêpirsînan a Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya Îraqê Lema Fazil îro ji Rûdawê re axivî. Wê derbarê çekdarên berê yên DAIŞê de ku ji girtîgehên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê veguhastibûn Îraqê zanyarî dan.
Lema Fazilê got, "Rêkarên lêpirsînê yên bi wan tohmetbarên ku ji Sûriyeyê hatine veguhastin di bin çavdêriya aliyên dadwerî yên taybet de didomin. Hejmara wan tohmetbarên ku heta niha rêkarên lêpirsîna wan qediyaye, gihîştiye 4 hezar û 872 tohmetbaran."
Hejmara giştî ya wan çekdarên berê yên DAIŞê 5 hezar û 704 kes in. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) 21ê Kanûna Paşîn a îsal girtiyên DAIŞê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê veguhastibûn Îraqê.
Lema Fazilê bal kişand ser wê yekê ku niha Encûmena Dadweriya Bilind û dadgeh di qonaxa komkirina belgeyan de ne. Wê her wiha da zanîn, "Tê çaverêkirin ku tebaxê îsal dosyeyên wan ji dadgehên taybet re werin şandin da ku li gorî qanûnê biryar li ser wan were dayîn."
Dosyeya biyaniyan û radestkirina du nûciwanan
Derbarê çarenivîsa 983 tohmetbarên ku welatiyên biyanî (ne Ereb) ne, Berpirsa Yekîneya Lêkolînan eşkere kir ku gava yekem a pratîk ya radestkirinê dest pê kiriye.
Wê got, "Rêkarên radestkirina du ciwanan qediyane. Yek ji wan welatiyê Fînlandayê bû û yê din jî welatiyê Amerîkayê bû. Ew radestî aliyên taybet ên welatên wan hatin kirin."
Wê eşkere kir ku ev radestkirin piştî temambûna rêkarên qanûnî û îspatbûna wê yekê hatiye kirin ku ew ne ser bi komên terorîst ên DAIŞê ve ne.
Lema Fazilê her wiha diyar kir ku ew daxwazên welatên din ên ji bo wergirtina welatiyên xwe "li gorî pêwîstiya her doza bi cihê xwe" dinirxînin û ev kar didome.
Erebên biyanî: Darizandin an radestkirin?
Lema Fazilê derbarê çarenivîsa zêdetirî 4 hezar çekdarên Ereb ên ne Îraqî tekez kir ku qanûnên Îraqê dê bi ser hemû tohmetbaran de werin sepandin.
Wê got, "Dê bi tohmetbarên biyanî û Erebên ne Îraqî re li gorî hukmên qanûna bikarhatî ya Îraqê dan û dtandin were kirin. Beriya ku rêbaza dadwerî biqede û dadgeha taybet biryarê bide, tu daxwaza veguhastin an radestkirinê nayê qebûlkirin."
Lema Fazilê garantî da û got, "Di qonaxa lêpirsînê de tu veguhastin an radestkirin nayê kirin."
Wê her wiha behsa wan kesan kir ku di encama lêpirsîn û belgeyên qanûnî de îspat dibe ku wan tevlî karên terorîstî yan jî tawanên din bûne û got, "Ew dê li pêşberî dadgehên taybet ên Îraqê amade bibin da ku li gorî qanûnê rêkarên dadwerî li hemberî wan werin pêkanîn."
Li gorî amarên Encûmena Dadweriya Bilind a Îraqê, piraniya çekdaran Sûriyeyî ne ku hejmara wan 3 hezar û 544 çekdar e. Piştî wan Îraqî bi 460 çekdaran û Tûnisî jî bi 234 çekdaran tên.
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berpirsa Yekîneya Lêkolîn û Lêpirsînan a Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya Îraqê Lema Fazilê re wiha ye.
Rûdaw: Di amara xwe ya dawî ya meha nîsanê de we ragihandibû ku ji 5 hezar û 704 dosyeyan lêpirsîna 2 hezar û 500 dosyeyan qediyaye. Heta niha lêpirsîna çend dosyeyan qediyaye?
Lema Fazil: Rêkarên lêpirsînê yên wan kesên ku ji Sûriyeyê hatine veguhastin, di bin çavdêriya aliyên dadwerî yên taybet de didomin. Hejmara wan tohmetbarên ku heta niha rêkarên lêpirsîna wan qediyaye, gihîştiye 4 hezar û 872 tohmetbaran.
Niha dadgeh ketiye qonaxa komkirina belgeyan, hûrbînî û lêkolîna dozan, wekî amadekariyekê ji bo temamkirina rêkarên qanûnî yên pêwîst. Her wiha lêpirsîna bi hejmarek tohmetbaran re bi temamî bi dawî bûye. Tê çaverêkirin ku tebaxa bê dosyeyên wan ji dadgehên taybet re werin şandin da ku li gorî qanûnê biryar li ser wan were dayîn.
Rûdaw: Dosyeya çekdarên Kurd: We berê diyar kiribû ku di nav desteserkiriyan de çekdarên Kurd ên xwedî nasnameya Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê hene. We gotibû hûn dê amareke hûrgilî belav bikin. Gelo ev amar amade ye? Hejmara rastîn a çekdarên Kurd li gorî welatên wan çend e?
Lema Fazil: Encûmena Dadweriya Îraqê li gorî prensîba wekheviya li pêşberî qanûnê, li gel hemû tohmetbaran tevdigere. Tu cudakarî li ser bingeha ol, netewe, mezheb yan jî pêgeha civakî nayê kirin. Dadgehên Îraqê li wan tawanên ku xistine stûyê tohmetbaran û belgeyên qanûnî yên pêwendîdar dinêrin. Ew di biryarên xwe de pişta xwe bi paşxaneya dînî, neteweyî an jî mezhebî girê nadin. Ev rêbaz jî pişta xwe bi Madeya 14an a Destûra Îraqê dibestestîne ku tekez kiriye; Îraqî li pêşberî qanûnê wekhev in, bêyî cudakariya li ser bingeha zayend, netewe, dîn, mezheb, bîr û bawerî yan jî her sedemeke din.
Her wiha ev yek li gel pêbendbûnên navneteweyî yên Îraqê yên li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî jî digunce. Bi taybetî Madeya 26an tekezî li ser wekheviya li pêşberî qanûnê û sûdwergirtina ji parastina qanûnî ya wekhev bêyî ti cudakariyê dike. Ji ber vê yekê, berpirsyariya tawanê di qanûna Îraqê de li ser bingeha tawana ku hatiye kirin û belgeyên ku hatine îspatkirin tê avakirin, ne li ser nasnameya tohmetbar yan girêdana wî bi dîn, netewe yan mezhebekê ve. Ev yek pêkanîna dadperweriyê li gorî prensîbên Destûra Îraqê û pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan garantî dike.
Rûdaw: Li gorî zanyariyan, ji welatên biyanî daxwaz gihîştine we ku welatiyên xwe (tohmetbaran) vegerînin. Gelo ti bipêşketinek nû di vê dosyeyê de heye? Gelo piştî temambûna lêpirsînan rêkareke pratîk ji bo radestkirina ti kesî dest pê kiriye?
Lema Fazil: Rêkarên radestkirina du ciwanan qediyane. Yek ji wan welatiyê Fînlandayê bû û yê din jî welatiyê Amerîkayê bû. Ew radestî aliyên taybet ên welatên wan hatin kirin. Ev yek piştî temambûna rêkarên qanûnî û dadwerî û îspatbûna wê yekê hat kirin ku ew ne ser bi komên terorîst ên DAIŞê ve ne. Pêvajoya radestkirinê di çarçoveya hevkarî û hevahengiya dadwerî ya navneteweyî de li gel aliyên taybet hat kirin. Di heman demê de, lêkolîn û dan û standina bi daxwazên din re li gorî rêkarên qanûnî yên pejirandî û bi awayekî ku li gel pêwîstiya her keîsekê bi cihê digunce, didome.
Rûdaw: Ji aliyê qanûnî ve çawa bi çekdarên Ereb ên ne Îraqî re dan û standin tê kirin (ku hejmara wan zêdetirî 4 hezar kesî ye)? Gelo ew dê tenê li gorî qanûna Îraqê werin darizandin yan hevahengiyek bi welatên wan re heye?
Lema Fazil: Tohmetbarên biyanî û Erebên ne Îraqî li gorî rêkarên dadwerî yên pejirandî û hukmên qanûna bikarhatî ya Îraqê têne darizandin. Beriya ku rêbaza dadwerî biqede û dadgeha taybet biryarê li ser her dozê bide, ti daxwaza veguhastin an radestkirinê nayê qebûlkirin. Biryar li ser bingeha belge û rastiyên li ber dest tê dayîn.
Dadgeha taybet tenê aliyê rayedar e ku li ser wan dosyeyên li pêşberî xwe biryarê bide. Ew desthilatên xwe yên qanûnî di navbera dema herî kurt û zêde de ku qanûnê diyar kiriye bi kar tîne û vê yekê li gorî rewşa her dozê û belgeyên li ber dest dike.
Di vê çarçoveyê de, mijara veguhastin an radestkirina tohmetbaran a ji bo welatên wan di qonaxa lêpirsînê de an di dema birêveçûna rêkarên dadwerî de tine ye. Çimkî hemû doz destpêkê dikevin bin desthilata dadweriya Îraqê û pêwîst e hemû rêkarên lêpirsîn û dadwerî yên pêwendîdar temam bibin. Ew kesên ku di encama lêpirsîn û belgeyên qanûnî de îspat dibe ku tevlî karên terorîstî yan tawanên ku qanûna Îraqê wan ceza dike bûne, dê li pêşberî dadgehên taybet ên Îraqê amade bibin.
Piştî temambûna rêbaza dadwerî û pesendbûna biryaran, Îraq bi rêya Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî û bi rêya kanalên hevkariya qanûnî ya dualî, hewldanên hevbeş ên rûbirûbûna terorê xurttir dike. Di heman demê de em tekez dikin ku her rêkeftinek li ser biyaniyan, destpêkê dikeve bin bandora encamên lêpirsînan û biryarên Encûmena Dadweriya Îraqê.
Rûdaw: Hûn kengî niyet dikin ku rapora dawî û berfireh li ser encama lêpirsîna hemû tohmetbaran belav bikin?
Lema Fazil: Xebatên temamkirina rêkaran ji bo amadekirina rapora dawî ya taybet bi vê dosyeyê didomin. Ev yek di heman demê de li gel berdewambûna rêkarên lêpirsîn û qanûnî bi rê ve diçe. Di demeke guncav de dê rapor û encamên pêwendîdar werin ragihandin. Ev yek dê piştî temamkirina pêwîstiyên qanûnî yên pejirandî û bi wî awayî ku dadperweriyê pêk bîne û parastina serkeftina lêpirsîn û rêkarên dadwerî garantî bike, were kirin.



