Hewlêr (Rûdaw) - Îraq, Sûriye û Amerîka plan dikin ku xeta boriyê ya dîrokî ya Kerkûk-Banyasê ji nû ve çalak bikin.
Dirêjahiya vê xetê nêzîkî 800 kîlometreyan e (500 mîl) ye û heta qeraxê deryaya Sûriyeyê ya li Deryaya Spî dirêj dibe.
Ev plan beşek ji hewlên kêmkirina kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmizê ye.
Rayedarên payebilind ên Îraqî û herêmî li ser mijarê daxuyanî dan malpera Middle East Eyeyê (MEE).
Li gorî zanyariyan, tê çaverêkirin ku peymana nûkirina vê xeta boriyê hefteya bê bi fermî were eşkere kirin.
Ev daxuyaniya fermî dê di dema hevdîtina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Koşka Spî de were kirin.
Li gorî nûçeya MEEyê, Nûnerê Taybet dê Donald Trump ê Sûriye û Îraqê Tom Barrack, berî vê serdanê li ser hûrgiliyên peymanê dixebite.
Di bernameya serdana Serokwezîrê Îraqê ya ji bo Amerîkayê de, tê çaverêkirin ku ew serdana eyaleta Texasê jî bike ku navenda enerjiya wî welatî ye.
"Ji bo berjewendiya her du aliyan e"
Rayedarekî payebilind ê Îraqî ji MEEyê re axivî û da zanîn ku têkiliyeke baş a karkirinê di navbera Barrack û Zeydî de ava bûye.
Wî diyar kir ku Barrack dixwaze vê xeta boriyê wekî "modeleke karsaziya Levantê" bi kar bîne ku dê ji bo berjewendiya Amerîka û hikûmetên herêmî be.
Ev xeta boriyê 1952yan ji aliyê Şirketa Petrolê ya Îraqê ve hatibû qedandin û şiyana wê ya rojane nêzîkî 300 hezar bermîlan bû.
Bexdayê di salên 1980yî de di dema şerê Îran û Îraqê de ji ber ku Sûriyeyê piştgiriya Îranê dikir ev xet girtibû.
Ev xet piştî dagirkirina Amerîkayê ya sala 2003yan zerereke mezin dît û ji wê demê ve neçalak e.
Avakirina xetê dê du-sê salan bikişîne
Ji bo ku xet ji nû ve dest bi xebatê bike, pêdivî bi depoyên nû yên hilanînê, pompan, pergalên elektrîkê û temîrkirineke berfireh heye.
Rayedarekî herêmî diyar kir ku dibe ku xet bi temamî were nûkirin û ev kar dê du heta sê salan bikişîne.
Wî rayedarî her wiha got ku konsorsiyumeke ku ji şirketên Amerîkayî pêk tê ji bo nûkirina vê xetê hatiye erkdarkirin.
Ev yek jî nîşana piştgiriya Washingtonê ya ji bo vê projeyê ye.
Aloziya li Tengava Hurmizê pêvajo leztir kir
Sûriye û Îraqê di dawiya 2024an de, piştî rûxandina Beşar Esad û hatina ser desthilatê ya Ehmed Şer, nûkirina vê xeta boriyê gotûbêj kiribû.
Lê belê piştî şerê dawî yê herêmî, gava Îranê zextên xwe yên li ser Tengava Hurmizê zêde kirin, pêvajo hat bilezkirin.
Di vê çarçoveyê de Îraqê bi rêya tankeran di ser Sûriyeyê re dest bi hinartina petrola xav kir lê rêjeya hinartinê gelekî kêm ma.
Şirovekarê Îraqî Serheng Hemeseîd li ser mijarê got, "Îraq niha bi çavekî cuda li Sûriyeyê dinêre.
Berî şer guman hebûn lê rastiya şer hewcedariya Îraqê ya bi Sûriyeyê bi eşkereyî derxist holê."
Guherîna stratejîk a li Bexdayê
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku tê çaverêkirin Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî jî ji bo merasîma îmzekirinê biçe Amerîkayê.
Her çendî hikûmeta Bexdayê di bin bandora partiyên Şîe û milîsên nêzîkî Îranê de be jî di hevkariya li gel Ehmed Şer de guherîneke stratejîk çêdibe.
Ehmed Şer desthilata Esad rûxandibû û heyamekê têkiliya wî bi El-Qaîdeyê re hebû.
Şer piştî rûxandina Esad ket bin bandora Amerîkayê. Wî piştgiriya nêzîk a Tirkiye, Qeter û welatên din ên Kendavê yên mîna Erebistana Siûdî wergirt.
Birêvebiriya Trump gelek cezayên li ser Sûriyeyê rakirin.
Trump di lûtkeya NATOyê ya hefteya borî ya li Enqereyê de pesnê Şer da û wî wekî kesekî "balkêş" û "birez" bi nav kir.
Her wiha Amerîkayê Sûriye ji lîsteya "Dewletên Piştgirên Terorê" derxist ku ji sala 1979an ve di wê lîsteyê de bû.
Proje rê li ber şirketên Amerîkayî vedike
Ev gava dîplomatîk rê li ber şirketên Amerîkayî vedike ku di projeya xeta boriyê de bixebitin.
Hikûmeta Îraqê destpêka vê mehê destûra pêşîn da şirketên Amerîkayî Capital TI, Chevron û şirketeke Qeterî da ku projeyên xeta boriyê yên ji Kerkûk û Hedîseyê heta Banyasê lêkolîn bikin.
Îraq ji sedî 95ê hinartina petrola xwe ya ku ji bo aboriya welat gelekî girîng e, di ser Tengava Hurmizê re dike.
Ev yek jî welat li hemberî gavên stratejîk ên Îranê lawaz dike.
Şirketa analîzkirina amaran Vortexayê eşkere kir ku meha borî hinartina petrola Îraqê ya bi rêya deryayî, ji ber alozîyên li herêmê, daketiye ji sedî 8ê navînîya sala borî.
Dahata petrolê ji sedî 90ê budceya dewleta Îraqê pêk tîne.



