Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Tirkiyeyê yên ku li ser daxwaza Tirkiyeyê li Bexdaya paytexta Îraqê girtî ne, dixwazin radestî Tirkiyeyê werin kirin.
10 girtiyên welatiyên Tirkiyeyê ku li ser daxwaza Tirkiyeyê ya bi rêya Înterpolê li Îraq û Herêma Kurdistanê hatine girtin û li Navenda Polîsan a Melabê ya li Bexdayê tên ragirtin, daxwaza radestkirina Tirkiyeyê dikin.
Girtiyên li Bexdayê dîmenên girtîgehê û nameyek ji Rûdawê re şandin.
Ew dibêjin ku ew di şert û mercên gelekî xirab de dijîn û di jûrekê de zêdetirî 50 girtî dimînin.
Cemal Dogan, Eser Nergîz, Muslum Kirmizi, Suleyman Surmelî, Fuat Koçak, Celalettîn Şeker, Mehmet Firat Yilmaz, Muhiyettîn Kiliç, Azad Îrfan Durak û Muhammed Mustafa Yavuz ên welatiyên Tirkiyeyê ku li ser daxwaza Tirkiyeyê hatine girtin, dixwazin Îraq wan radestî Tirkiyeyê bike.
Di nav wan de girtiyên siyasî nînin ku hinek ji wan girtiyan dibêjin, tevî ku ji ber yasayên derketine li Tirkiyeyê cezayê wan nemaye jî, bi salan e li Îraqê têne ragirtin.
Di nav girtiyan de kes hene ku zêdetirî 7 salan e nehatine radestkirin.
Girtî dibêjin, “Dadgehên Îraqê biryara radestkirina me daye lê Hikûmeta Îraqê ji ber pirsgirêkên siyasî me radest nake.”
'Kurê min nexweşê dil e'
Dayîka Celalettîn Şeker, Selma Şekerê ji Rûdawê re ragihand ku kurê wê nexweşê dil e û divê emeliyat bibe.
Selma Şekerê da zanîn ku eger kurê wê radestî Tirkiyeyê were kirin cezayê wî nemaye û dê bi şertê kontrola edlî were berdan û anî ziman:
“Dadgehên xwecihî biryara radestkirina Tirkiyeyê daye.
Saziyên Tirkiyeyê di çarçoveya peymanên li gel Îraqê de, ji bo wergirtina kurê min hemû hewldan kirin lê saziyên Îraqê û daraza Îraqê, Dadgeha Bilind a Îraqê û Wezareta Dadê wî radest nakin.
Kurê min nexweşê dil e û nexweşiya wî giran bûye, 3 stentên wî hene, 2 demarên wî yên sereke xitimîne.
Divê demildest ji dilê xwe emeliyat bibe. Em bi mehan e vê têkoşînê dikin.
Em êdî westiyan, ji kerema xwe re bila saziyên Îraqê dengê me bibihîzin.”
Dayîka girtî her wiha destnîşan kir ku kurê wê tawaneke terorê nekiriye û got:
“Ev mirov ne terorîst in, kurê min tawaneke terorê nekiriye, li Tirkiyeyê cezayê wî nemaye.
Nexweşiya wî gelekî giran bûye. Bi girtina vî mirovî çi dikeve destê we?
Ji kerema xwe re ev yek li dijî mafên mirovan û peymanên Înterpolê û yên navneteweyî ye.
Hûn çima kurê min û yên wekî wî li wir digirin?
Her wiha şertên wan ên jiyanê gelekî xirab in.
Xwarineke bi rêkûpêk nîne, li cihekî girtî ku hewayê nastîne û qadeke meşê lê nîne, wekî rehîne têne ragirtin.”




