Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê bidarvekirinê da girtiyekî Kurd.
Rêxistinên mafên mirovan didin zanîn ku ew welatî di xwenîşandanên seranserê Îranê de hatiye desteserkirin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ya ku şeva 29ê Çiriya Pêşîn a 2026an hate belavkirin, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê bidarvekirinê li Umran Emaniyê 21 salî biriye û li Tehranê dijî.
Umran Emanî di dema xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Tehranê hatibû desteserkirin û niha li Zindana Feşafûyeyê ya wê parêzgehê girtî ye.
Tohmeta 'bikaranîna çekê'
Li gorî zanyariyan, biryara dadgehê ya bidarvekirinê bi tohmeta "têkdana ewlehiya giştî bi rêya bikaranîna çekê" hatiye dayîn.
Berpirsên zindanê ev biryar bi fermî gihandine Umran Emanî.
Zêdetirî 53 hezar kesan hatin desteserkirin
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiribûn.
Li gorî amarên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 53 hezar û 552 xwenîşander hatine desteserkirin.
Desthilata Dadweriyê ya Îranê berê dabû zanîn ku ji bo hinek ji kesên desteserkirî cezayê bidarvekirinê derketiye û dê ev ceza bi lez bên bicihanîn.



