Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Şoreşê ya Tehranê cara duyem cezayê bidarvekirinê da girtiya siyasî ya Kurd a ji Sineyê Warîşe Muradiyê.
Dîwana Bilind a Îranê 2025an biryara yekem a bidarvekirina wê betal kiribû lê heman dadgehê dîsa cezayê darvekirinê lê birî.
Parêzerên wê roja çarşemê ji medyaya Îranê re ragihand:
"Warîşe Muradî çalakvaneke naskirî ya mafên jinan û Kurdan e.
Ew ji aliyê Şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tohmeta endamtiya di koma serhildêr de hat cezakirin."
Dadwer Ebulfasim Selawatî serokatiya dadgehê kir ku heman dadwerî berê jî cezayê yekem dabû wê.
Parêzerên wê dê serî li Dîwana Bilind bidin
Yek ji parêzerên wê Amîr Secadî ji malpera nûçeyan a Emtedadê re ragihand ku biryar roja çarşemê radestî tîma parastinê hatiye kirin û wiha pê de çû:
"Li gorî biryara ku hatiye ragihandin, mafê me heye em di nava 20 rojan de serî li Dîwana Bilind bidin.
Wê şaxê careke din bi tohmeta endamtiya di koma serhildêr de cezayê bidarvekirinê da Xanim Warîşe Muradîyê."
Parêzerekî din ê Muradîyê Keywan Ezîzî jî ji heman malperê re eşkere kir ku Warîşe Muradîyê ti carî li dijî Komara Îslamî ya Îranê tevlî ti operasyonan nebûye û wiha got:
"Çalakiyên wê yên li bakurê Sûriyeyê bi şerê li dijî DAIŞê re pêwendîdar bûn û ti pêwendiya wan bi Komara Îslamî ya Îranê re nîne."
Rewşa wê ya li Girtîgeha Evînê
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), Warîşe Muradî Tebaxa 2023yan li ser rêya Sineyê hatibû desteserkirin.
Ew piştî 13 rojan ji girtîgeha Sineyê vegugastin Girtîgeha Evînê ya Tehranê û 5 mehan di hucreya yekkesî de ma.
Cezayê yekem ê bidarvekirinê Çiriya Paşîn a 2024an ji aliyê heman dadgehê ve lê hatibû birîn.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ew darizandin wekî "neheqiyeke mezin" bi nav kiribû.
Di dema rûniştinê de dadgehê li şûna madeya qanûnî ya di îdianameyê de cezayê bidarvekirinê li ser bingeha bendeke din lê birîbû.
Muradiyê Îlona 2026an red kir ku beşdarî rûniştina dadgehê bibe û ragihand ku ew vê dadgehê nas nake.
Wê her wiha Çiriya Pêşîn a 2024an ji bo protestokirina bidarvekirinên li Îranê 20 rojî dest bi greva birçîbûnê kiribû û ji ber pirsgirêkên rûviyan ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Parêzerên wê destnîşan kir ku ew dê li dijî vê biryara nû serî li Dîwana Bilind bidin.
Zextên li ser çalakvan jin ên Kurd
Gelek çalakvanên din ên jin ên Kurd jî bi cezayên giran re rû bi rû ne.
Li çalakvana Kurd Pexşan Ezîziyê cezayê bidarvekirinê hatiye birîn û Zeyneb Celaliyan jî ev 18 sal in di girtîgehê de ye û cezayê heta hetayê lê hatiye birîn.
Her wiha çarenivîsa çend jinên din ên Kurd jî ne diyar e û malbatên wan çend meh in ti agahiyan ji wan wernagirin.
Amarên bidarvekirinê yên li Îranê zêde dibin
Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) bi helkefta Roja Cîhanî ya Dijî Cezayê Bidarvekirinê raporek belav kir û hişyariya zêdebûna hejmara bidarvekirinan da.
Li gorî amarên rêxistinê, ji 10ê Çiriya Pêşîn a 2025an heta 7ê Çiriya Pêşîn a îsal li Îranê 2 hezar û 3 kes hatine bidarvekirin ku 69 ji wan bi tohmetên siyasî û ewlehiyê bûn.
HRANAyê ragihand ku tenê îsal 932 kes hatine bidarvekirin û herî kêm 125 cezayên nû yên bidarvekirinê hatine birîn.
Rêxistinê tekez kir ku cezayê bidarvekirinê li Îranê wekî amûreke çewisandina siyasî tê bikaranîn û ev yek "binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê ye."
HRANAyê diyar kir ku ev biryar bi rêya darizandinên neadil, êşkence û îtirafên bi zorê tên dayîn û pêvajoyên dadwerî pîvanên navneteweyî bin pê dikin.



