Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên mafên mirovan eşkere kir ku Îranê di nava sala borî de 9 ji wan li ber çavê xelkê, zêdetirî 2 hezar kesan bi dar ve kirine.
Ev hejmar li gorî sala berê zêdebûneke berbiçav nîşan dide.
Di heman demê de pisporên Neteweyên Yekbûyî jî xwest ku bidarvekirin bên rawestandin.
Beriya “Roja Cîhanî ya li Dijî Cezayê Bidarvekirinê” çend rêxistinên mafên mirovan li ser bidarvekirin û cezayên bidarvekirinê yên li Îranê raporên salane belav kirin.
Di van raporan de rewşa xwenîşander, çalakvanên siyasî û kesên ku di dema tawanê de temenê wan di bin 18 saliyê de bû hatiye tomarkirin.
Di salekê de zêdetirî 2 hezar bidarvekirinan
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihand ku ji 10ê Çiriya Pêşîn a 2025an ve li seranserê Îranê herî kêm 2 hezar û 3 bidarvekirin hatine tomarkirin.
Ev hejmar li gorî rapora salane ya berê ku tê de hezar û 537 bidarvekirin hatibûn tomarkirin, bi qasî ji sedî 30î zêde bûye.
HRANAyê da zanîn ku 9 ji van bidarvekirinan li qadên giştî û li ber çavê xelkê hatine kirin.
Her wiha nasname û dosyeyên çar kesan hatine piştrastkirin ku di dema tawanbarkirina wan de de temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.
Li gorî raporê, nêzîkî ji sedî 95ê bidarvekirinan bi awayekî veşartî û bêyî ku ji aliyê çavkaniyên fermî yan medyaya navxwe ve bên ragihandin, hatine bicihanîn.
Banga pisporên Neteweyên Yekbûyî
Komek ji pisporên Neteweyên Yekbûyî roja înê ji Îranê xwest ku hemû bidarvekirinan bi lezgînî rawestîne.
Pisporan hişyarî da ku Îran yek ji wan welatan e ku hîn jî cezayê bidarvekirinê bi cih tîne û li gorî serjimariya xwe welatê herî zêde ye ku vî cezayî dide.
Beşeke girîng a cezayên bidarvekirinê bi wan xwenîşandanan ve girêdayî bûn ku destpêka meha Kanûna Paşîn ji ber xirabûna rewşa aborî û daketina nirxê pereyê Îranê li seranserê welêt dest pê kiribû.
Ew xwenîşandan paşê berfireh bûn û veguherîn bangên ji bo guherîna siyasî ya bingehîn.
Rêxistina Hengawê: 35 xwenîşander hatin bidarvekirin
Li gorî rapora salane ya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê li Osloyê ye, herî kêm 106 xwenîşander bi cezayê bidarvekirinê hatine cezakirin û cezayê 35 ji wan hatiye bicihanîn.
Di nav kesên hatine bidarvekirin de du xortên bi navên Emîr Husên Seferî û Ebulfezl Sipahî jî hebûn ku desthilatdarên Îranê ew li qadeke giştî ya li Îsfehanê bi dar ve kirin.
Rêxistinên mafên mirovan ji mêj ve karbidestên Îranê tohmetbar dikin ku cezayê bidarvekirinê ji bo tirsandina xelkê, tepeserkirina dijberan û rêlibergirtina xwenîşandanan bi kar tînin.
Rêxistin didin zanîn ku ev rêbaza Îranê ji Şoreşa Îslamî ya 1979an û vir ve berdewam dike.



