Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfelz Şikarçî ragihand ku ew ji bo rûbirûbûna Amerîka û Îsraîlê ji sedî 100 amade ne û got, “Bi her şaşfêhmkirinekê dê dijmin rûbirûyî derbeyeke me ya tundtir û hûrtir bibe."
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfelz Şikarçî îro li ser rewşa herêmê û îhtimala derketina şerê bi Amerîkayê re ji medyaya welatê xwe re axivî.
"Em ji sedî 100 amade ne"
Ebulfelz Şikarçî got, "Em ji bo parastina welêt di nav amadehiyên herî bilind de ne û em dê ji sedî 100ê şiyana xwe bi kar bînin."
Li gorî gotina Ebulfelz Şikarçî, dema bi şerên 12 rojî û 40 rojî re tê berawirdkirin, şiyana parastinê ya hêzên çekdar çend qatan bihêztir bûye.
Şikarçî diyar kir ku “eger dîsa Amerîkî tûşî şaşiya stratejîk û nirxandinê bibin”, ew dê di pratîkê de bibînin ku dê derbeyên Îranê girantir, berfirehtir û hûrtir li wan bikevin.
Ev peyama gefxwarinê ya berdevkê hêzên çekdar ên Îranê di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re axivî.
Trump ji Rûdawê re diyar kir ku wî pêşniyara dawî ya Îranê red kiriye.
Ew pêşniyar taybet bû bi vekirina Tengava Hurmizê û bidawîanîna nakokiyên di navbera wan de.
Trump di daxuyaniya xwe ya ji Rûdawê re got, "Ez pêşniyara wan red dikim. Wan pêşniyarek kir lê min red kir."
Mercên Îranê çi ne?
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya Qeterê pêşniyareke 7 rojî dabû Amerîkayê ji bo vekirina Tengava Hurmizê.
Ev nêzîkî 7 meh in ji ber şerê di navbera Washington û Tehranê de li pêşiya vekirina tengavê astengî derketine.
Li gorî zanyariyan, mercên Îranê yên di wê pêşniyarê de ev bûn:
“Azadkirina 12 milyar dolarî yên cemidî yên Îranê, rakirina cezayên li ser petrola Îranê û bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê.
Her wiha rawestandina hemû aloziyan li Rojhilata Navîn, di nav de jî li Yemen û Libnanê hatibû xwestin.”

.webp&w=3840&q=75)

