Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Balafirvaniya Sivîl a Îranê ragihand ku firotina bilêtên geştên asmanî yên ji bo Îraqê û bi taybetî ji bo Necefê heta demeke nediyar hatiye rawestandin.
Saziyê her wiha şirketan pêbend kir ku hemû pereyê bilêtan bêyî ti birîn û cezayan li rêwiyan vegerînin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Balafirvaniya Sivîl a Îranê, piştî rawestandina geştên Balafirgeha Necefê, ji hemû şirketên balafirvaniyê re hatiye ragihandin ku firotina bilêtên geştên ji bo Îraqê heta demeke nediyar rawestînin.
Saziyê da zanîn ku şirketên balafirvaniyê mecbûr in di demeke kurt de tevahiya pereyê bilêtên firotî li geştyaran vegerînin.
Di daxuyaniyê de her wiha ji şirketên balafirvaniyê hat xwestin ku ji bo hêsankirina çûn û hatina geştyaran geştên navxweyî ji bo balafirgehên li ser sînorên Îranê saz bikin da ku geştyar karibin bi rêyên bejahî vegerin yan geştên xwe bidomînin.
Geştên ji bo Hewlêr û Silêmaniyê hatin betalkirin
Berpirsekî payebilind ê li parêzgeha Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Di çarçoveya cezayên li ser Îranê de, ji îro ve geştên asmanî yên balafirên şirketên Îranî yên ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin rawestandin.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, îro geşta Tehranê ya şirketa Mahan Airê ya ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî ya li Silêmaniyê jî hat betalkirin.
Berdevkê Balafirgeha Kerkûkê Herdî Semed ji Rûdawê re got ku berê jî geştên wan ên bi Îranê re tunebûn, loma agahiya wan li ser girtina hemû balafirgehan nîne.
Wezareta Veguhastinê ya Îraqê: Em pêbendî biryarên navneteweyî ne
Çavkaniyekî ji Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku hemû geştên asmanî yên ji Îranê ber bi Îraqê ve û berovajî wê hatine rawestandin.
Wî çavkaniyê diyar kir ku piraniya geştên Îranê ji bo balafirgehên Bexda û Necefê bûn çimkî hejmara herî zêde ya ziyaretkaran di rêya wan her du balafirgehan re diçûn Îraqê.
Çavkaniyê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê got:
“Em pêbendî rêkaran in. Ev ne tenê di desthilata Îraqê de ye, biryareke navneteweyî ye û ev rawestandin dê heta rakirina cezayan berdewam bike.”
Cezayên nû yên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê
Ev biryara rawestandina geştan piştî wê yekê tê ku Amerîkayê cezayên li ser sektora balafirvaniyê ya Îranê tundtir kirin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent 20ê Îlonê ragihandibû ku ji 23yê Îlonê ve hemû xetên asmanî yên Îranê li seranserî cîhanê tên girtin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan ceza bi ser 27 şirketên balafirvaniyê yên Îranê de sepandine û gefa rawestandina çalakiyên wan li seranserî cîhanê xwariye.
Cezayên herî dawî yên Amerîkayê ji bilî şirketên sereke yên wekî Mahan Air, Zagros, Qeşm, Caspian û Tabanê gelek şirketên biyanî yên dabînkerên xizmetguzariyên balafirvaniyê jî li xwe digirin.
Ji ber vê yekê gelek welat ji bo ku xwe ji cezayên Washingtonê biparêzin geştên xwe yên bi Îranê re sînordar dikin.
.webp&w=3840&q=75)


