Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî da zanîn, hikûmeta Îranê ji bo bidawîanîna şer û vekirina Tengava Hurmizê ya di 7 rojan de pêşniyarek daye Amerîkayê.
Daxwazên Îranê yên li hemberî vekirina Tengava Hurmizê ev in: Rawestandina şer a li herêmê, rakirina cezayên li ser petrola Îranê, bidawîanîna dorpêça li ser benderên Îranê û azadkirina 12 milyar dolar pereyên ragirtî yên Tehranê.
Li gorî medyaya Amerîka û Brîtanyayê, Ebas Eraqçî li New Yorkê ragihandiye ku "Eger mercên diyarkirî werin bicihanîn, dê di nava 7 rojan de Tengava Hurmizê were vekirin û dan û standin jî dest pê bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha qala wê yekê kiriye ku Tehran li benda bersiva fermî ya Washingtonê ye û Çîn jî piştgiriyê dide pêşniyara Îranê.
Pêşniyara nû ya Tehranê
Li gorî Eraqçî, Tehran bi rêya vê pêşniyarê dixwaze ku hemû şer û pevçûnên leşkerî yên li Rojhilata Navîn ji bo 7 rojan werin rawestandin ku Libnan jî di nav de ye.
Her wiha Tehran azadkirina pereyên xwe yên ragirtî dixwaze.
Li gel vê yekê rakirina cezayên li ser sektora petrolê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê jî dixwaze.
Di roja heftem a agirbestê de jî dê Tehran Tengava Hurmizê veke.
Civîna bi nûnerê Trump re
Ebas Eraqçî roja sêşemê di çarçoveya civînên Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi nûnerê Donald Trump Steve Witkoff re civiya.
Wan di wê civînê de li ser dosyeyê gotûbêj kir.
Di heman demê de Berdevkê Artêşa Pasdaran a Îranê Husên Muhibî di hevpeyvînekê de axivî û da zanîn ku rawestandina temamî ya êrişên leşkerî yên li Yemenê, yek ji daxwazên sereke yên Tehranê ye ji bo peymanê.
Ev pêşniyar piştî wê yekê hat ku lihevtêgihîştina meha Hezîranê ya di navbera her du welatan de têk çû.
Wê demê Îranê li Tengava Hurmizê gule berdabûn wan keştiyên bazirganiyê yên ku pêbendî rêyên diyarkirî yên Tehranê nebûbûn.
Tehran dixwaze ku keştiyên bazirganiyê ji berê ve destûra derbasbûnê wergirin, yên ku pêbend nebin dê bibin armanc.
Li hemberî vê yekê Amerîka jî carinan herêmên beravê yên Îranê bombebaran dike.

.webp&w=3840&q=75)

