Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Pasdaran a Îranê Husên Muhibî ragihand ku Amerîka nikare Tengava Hurmizê kontrol bike.
Berdevkê Artêşa Pasdaran da zanîn ku hêzên Amerîkayê 400 kîlometreyan ji rêya avî bi paş ve çûne û ev rewş nîşana guherîna hevkêşeyên herêmî ye.
"Serkeftineke mezin a Îranê ye"
Berbanga vê sibehê Berdevkê Artêşa Pasdaran Husên Muhibî li ser aloziyên li herêmê daxuyaniyek da.
Husên Muhibî di peyama xwe de got:
"Tevî ku hêzeke deryayî ya berfireh di destê Amerîkayê de heye jî wê nekarî Tengava Hurmizê kontrol bike û rewşê vegerîne wê asta ku xwe dixwest."
Li gorî gotina Husên Muhibî, keştiyên şer ên Amerîkayê 400 kîlometreyan ji sînorê Tengava Hurmizê dûr ketine û li Behreynê bi cih bûne.
Muhibî anî zimên ku ev gav "serkeftineke mezin a Îranê ye."
Berdevkê Artêşa Pasdaran her wiha destnîşan kir ku rewşa niha ya herêmê û ya Tengava Hurmizê, nîşana guherîna "hevkêşeyên herêmî" û bilindbûna "hêza bersivdayînê" ya Îranê ya li Kendavê ye.
Li gorî amaran derbasbûna keştiyan kêm bûye
Gotinên Husên Muhibî piştî wê yekê tên ku ajansa nûçeyan a Reutersê raporek belav kir.
Reutersê li gorî amarên şirketên çavdêriya keştiyaniyê da zanîn ku roja pêncşemê tenê 9 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Roja beriya wê 14 keştî di tengavê re derbas bibûn.
Şerê 40 rojî û girtina Tengava Hurmizê
Şerê 40 rojî bi êrişeke berfireh a Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Tehranê dest pê kiribû.
Di wê êrişê de Rêberê wê demê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî û hinek fermandarên payebilind ên leşkerî yên welêt hatibûn kuştin.
Piştî êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê, Tehranê jî bi êrişên li welatên cîran bersiv da û ji 2yê Adarê ve wekî stratejiyeke şer Tengava Hurmizê girt.
Ji destpêka vî şerî ve, hêzên çekdar ên Îranê bi hinceta lêdana li berjewendiyên Amerîkayê, çend caran bi dron û mûşekan êrişî welatên Kendavê û keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê kir.
Vê rewşê jî bi awayekî berbiçav bihayê petrolê li seranserê cîhanê bilind kir.



