Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê Muhsin Rizayî ragihand ku Tehranê ji bo dan û standinan mercên xwe ji Amerîkayê re şandine.
Eî her wiha ragihand ku ww niha li benda bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump in.
Muhsin Rizayiyê ku cihê Elî Larîcanî girtiye, da zanîn ku wan bi rêya her du navbeynkaran ango Pakistan û Qeterê mercên xwe gihandine Washingtonê.
Rizayî anî ziman ku dawîanîna şer di berjewendiya Amerîkayê de ye ku wan mercan qebûl bike.
Mercên Îranê
Li gorî gotina Rizayî, mercên wan ev in ku Amerîka li hemû eniyan şer bi dawî bîne.
Her wiha divê Amerîka darayiyên blokekirî yên Îranê veke û dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê rake.
Rizayî hişyarî jî da û got, eger Amerîka êrişî Îranê bike, ew dê bi awayekî tundtir li baregeh û berjewendiyên Amerîkayê bixin.
Hişyariya li ser çalakiyên nukleer
Muhsin Rizayî li ser çalakiyên nukleer jî axivî.
Wî destnîşan kir ku ew heta niha jî pêbendî fetwaya Rêberê xwe yê berê ne.
Lê Rizayî anî zimên ku ew nizanin dê di paşerojê de çi rû bide.
Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê da zanîn ku Îran hîn ji Peymana Kêmkirina Çekên Komkuj derneketiye.
Lê wî destnîşan kir ku kiryarên Amerîka û Îsraîlê wan ber bi derketina ji wê peymanê ve dehf didin.



