Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li nêzîkî Girava
Qeşmê ya li Tengava Hurmizê ya li başûrê Îranê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA), çavkaniyên cihî
ragihand ku li Girava Qeşmê ji aliyê deryayê ve dengê teqînan hatiye bihîstin.
Li ser vê bûyerê heta niha ti daxuyaniyên fermî nehatine
dayîn.
Divê were gotin ku demên dawiyê aloziya Îranê û Amerîkayê
gurtir dibe û her du alî carinan êrişî hev dikin.
Li hêla din, çalakiyên leşkerî yên Hûsiyan jî pirtir dibin û
ew bi taybetî Erebistana Siûdî dikin hedef.



