Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Tehrana paytextê Îranê, bi serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Talebanî bi vexwendina Eraqçî çûye Tehranê.
Derbarê naveroka civîna di navbera Eraqçî û Talebanî de ti hûrgilî nehatin eşkerekirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî doh ragihandibû ku serdana Talebanî ya Tehranê armanc dike ku pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re xurt bike û tevkariyê di aramiya herêmî de bike.
Beqayî her wiha destnîşan kiribû ku mijarên wekî “ewlehiya sînoran û hevkariya aborî” dê di nava gotûbêjan de bên nirxandin.



