Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku li Tengava Hurmizê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Heta niha çavkaniya teqînan nehatiye eşkerekirin.
Medyaya fermî ya Îranê vê êvarê ragihand ku dengê çend teqînên bihêz li Tengava Hurmizê hatiye bihîstin.
Li gorî wê medyayê, heta niha çavkaniya teqînan nayê zanîn.
Berpirsên herêmê yên Îranê heta niha li ser wî dengê bihêz ti zanyarî nedaye.
Piştî demeke kurt a dengê teqînên li Tengava Hurmizê, medyaya Îranê ragihand ku çend dengên bihêz li Bendera Caskê ya parêzgeha Hurmizganê jî hatine bihîstin.
Aloziyên li deryayê
Artêşa Pasdaran îro ragihand ku wan wekî tolhildana êrişên Washingtonê yên li ser keştiyên wan, baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Urdinê kiriye armanc.
Artêşa Pasdaran her wiha diyar kir ku ew dê keştiyên petrolê yên li nêzîkî Kuweyt û Behreynê jî bikin armanc.
Li aliyê din, artêşa Amerîkayê piştrast kir ku roja sêşemê hêzên wan 5 keştiyên petrolê yên Îranê têk birine.
Peyama Amerîkayê
Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku dê Washington ji bo bersivdana êrişên Îranê armanckirina keştiyan bidomîne.
Rubio di serdaneke xwe ya li Kolombiyayê de ji rojnamegeran re wiha axivî:
"Îran hewlên xwe yên ji bo lêdana keştiyên deryayî yên Amerîkayê didomîne.
Her careke ku ew vî karî bikin yan jî hewl bidin bikin, ew dê keştiyên xwe yên petrolê ji dest bidin."



