Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Raskê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya Îranê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin û pasdarek hat kuştin.
Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Pasdaran ragihand ku şeva borî li bajarokê Parûdê yê Raskê, di encama gulebarana çend çekdarên nenas a li ser binkeyeke hêzên ewlehiyê de endamekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Pasdaran, navê wî pasdarê ku hatiye kuştin Reûf Îshaqî ye.
Hat diyarkirin ku êrişkar piştî bûyerê reviyane û hêzên ewlehiyê jî li herêmê dest bi operasyonê kiriye.
Êrişên li Sîstan û Belûçistanê
Heta niha ti aliyî berpirsyariya vê êrişê negirtiye ser xwe.
Polîsên Zahîdanê ragihand ku hewlên wan ên ji bo girtina êrişkaran didomin.
Şeva 6ê Îlonê jî li bajarê Zahîdanê du endamên din ên Artêşa Pasdaran di êrişekê de hatibûn kuştin.
Koma çekdar a Belûçan Ceyşul Adl a ku li dijî Komara Îslamî ya Îranê ye, car caran êrişî binke û baregehên leşkerî û ewlehiyê yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dike.



