Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê bilind ê dan û standinan ê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, roja yekşemê li hemberî êrişên Amerîkayê gefa bersiveke "leztir û kujertir" xwar.
Ev gef piştî wê yekê hat ku li deryayê di navbera her du aliyan de şer û pevçûn derketin.
Di wî şerî de Tehranê keştiyên şer ên Amerîkayê kirin armanc û Amerîkayê jî êrişî keştiyên petrolê yên Îranê kir.
Qalîbaf di axaftina xwe de ya ku medyaya fermî ya Îranê belav kiriye got:
"Bê guman divê Amerîkayî fêm kiribin ku serdema bersivdayîna rêjeyî û biçûk bi dawî bûye.
Her êrişa li ser berjewendî û ewlehiya Îranê, dê bersiveke leztir, tundtir û biêştir wergire."
Êrişên li ser keştiyan
Êrişên şemiyê ew qasî berfireh bûn ku Artêşa Pasdaran a Îranê eşkere kir ku wan droneke deryayî ya Amerîkayê û 3 keştiyên petrolê yên li Tengava Hurmizê kirine armanc.
Her wiha hat ragihandin ku wan hinek keştiyên din, keştiyeke balafiran û keştiyeke wêranker a Amerîkayê jî li deverên din armanc girtine.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî daxuyaniyek dabû.
CENTCOMê ragihandibû ku hêzên wan du keştiyên petrolê yên Îranê yên li beramberî Girava Xarkê "ji kar xistine."
CENTCOMê da zanîn ku wan keştiyeke petrolê ya xav a vala ya Îranê jî li Deryaya Umanê "bi temamî têk biriye."
Di berdewamiya daxuyaniya CENTCOMê de hat destnîşankirin ku keştiyên şer ên Amerîkayê "bi serkeftî xwe ji êrişên Îranê parast."
Piştî destpêkirina şerê 28ê Sibatê, Îranê heta asteke mezin astengî ji bo derbasbûna li Tengava Hurmizê derxistiye.
"Xeniqandina aborî"
Washingtonê dorpêçeke dijwar li ser benderên Îranê sepandiye.
Amerîkayê meha borî bi armanca têkbirina aboriya Îranê, hemleyeke bi navê "Xeniqandina Aborî" li dijî wî welatî ragihandibû.
Qalîbaf di axaftina xwe de ji rayedaran xwest ku ji bo rûbirûbûna hemleya Amerîkayê, karê hawirdekirina kel û pelan baştir bikin.
Berdevkê Artêşa Pasdaran Husên Muhibî jî yekşemê ragihand ku Tehran bi rêya vî şerî hewl dide zerera aborî bide Amerîkayê.
Muhibî her wiha got, "Eger Amerîka bixwaze yek dolar zererê bide aboriya Îranê, ew dê 10 dolaran zererê bide xwe."


.webp&w=3840&q=75)
