کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Droneke Amerîkayê / Wêne: Arşîv

Droneke Amerîkayê / Wêne: Arşîv

ÎRAN

Supaya Pasdaran: Me droneke Amerîkayê xist

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

31-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran31-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Serokkomarê Îranê diçe Amerîkayê
ÎRAN20-09-2026

Serokkomarê Îranê diçe Amerîkayê

Qalîbaf: Me bi rêya navbeynkaran mercên xwe ji Amerîkayê re şandin
ÎRAN20-09-2026

Qalîbaf: Me bi rêya navbeynkaran mercên xwe ji Amerîkayê re şandin

Îranê mercên xwe gihandin Amerîkayê
ÎRAN19-09-2026

Îranê mercên xwe gihandin Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê ya ji cureyê MQ-9 li rojhilatê Tengava Hurmizê xistiye.

Îranê her wiha eşkere kir ku wan êrişên tolhildanê yên berfireh li ser baregehên leşkerî yên herêmê pêk anîne.

Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê eşkeer kir ku drona MQ-9 ji aliyê pergaleke parastina asmanî ya nû û bipêşketî ya Hêzên Hewayî yên Pasdaran ve hatiye tesbîtkirin û xistin.

Hat diyarkirin ku operasyon "di hevahengiya tora parastina asmanî ya yekbûyî ya Îranê de" pêk hatiye.

Pasdaran destpêka rojê jî ragihandibû ku wan droneke din a Amerîkayê li Tengava Hurmizê xistiye û ketiye nav avên Kendavê.

Bi mûşek û dronan êrişî baregehên herêmê kirin

Li aliyê din, Supaya Pasdaran eşkere kir ku wan bi mûşekên balîstîk baregehên asmanî yên li Urdinê kirine armanc.

Her wiha hat diyarkirin ku wan bi dronên bombebarkirî êrişî Baregeha Asmanî ya Mînhadê ya li Îmaratê kiriye.

Aliyê Îranê ragihand ku ev operasyonên hevdem û berfireh wekî tolhildana êrişa roja yekşemê ya Amerîkayê ya li ser Girava Larkê hatine kirin.

Hatibû ragihandin ku operasyona Amerîkayê ji bo rêlibergirtina danîna mayînan a li Tengava Hurmizê hatiye kirin.

Tengava Hurmizê rêyeke stratejîk a veguhastina petrolê ye.

Tê pêşbînîkirin ku aloziya li herêmê bandorê li bazarên enerjiyê û xetên veguhastinê bike.

Nûçeyên Têkildar

Serokkomarê Îranê diçe Amerîkayê
ÎRAN20-09-2026

Serokkomarê Îranê diçe Amerîkayê

Qalîbaf: Me bi rêya navbeynkaran mercên xwe ji Amerîkayê re şandin
ÎRAN20-09-2026

Qalîbaf: Me bi rêya navbeynkaran mercên xwe ji Amerîkayê re şandin

Îranê mercên xwe gihandin Amerîkayê
ÎRAN19-09-2026

Îranê mercên xwe gihandin Amerîkayê

Pirsên