Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku Îran ne li pey şer lê ew dê “bersiveke bibiryar” bidin êrişkaran.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA), Pizîşkiyan berî ku ji bo beşdarbûna Civîna Serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê here Bîşkeka paytexta Qirxizistanê, li balafirgeha Tehranê daxuyaniyek daye rojnamegeran.
"Em dê bersiveke bibiryar bidin"
Pizîşkiyan bal kişand ser êrişên Amerîkayê yên li ser Girava Larkê û bersivên Îranê û got:
"Em ne li pey şer in û ev peyameke zelal e ku me heta niha ji cîhanê re ragihandiye lê belê em dê li hemberî ti êrişkariya bê deng nemînin û emd ê bersiveke bibiryar bidin êrişkaran."
Êrişa li Tengava Hurmizê
Amerîkayê şeva borî li nêzîkî Tengava Hurmizê du êriş biribûn ser Girava Larkê.
Artêşa Pasdaran ragihandibû ku wan ji bo bersiva êrişê, bi mûşekên balîstîk li baregehên asmanî yên Muwefeq Seltî û Qral Husên xistiye ku hêzên Amerîkayê li Urdinê bi kar tînin.
Îranê gotibû ku wan bi dehan dronan êrişî leşker û helîkopterên Amerîkayê yên li Baregeha Asmanî ya Al Mînhadê ya li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kiriye.


