Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê ragihand ku dê li hemberî dorpêçên deryayî yên li ser benderên welatê wî û cezayên aborî bertekeke wan a tund hebe.
Wî her wiha got, "Amerîka dê di demeke nêzîk de di vê planê de jî têk biçe."
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îranê Elî Zeynîwend ji medyaya welatê xwe re axivî û got:
"Îran li hemberî cezayên aborî û dorpêçên deryayî yên Amerîkayê yên li ser benderan bêdeng namîne û dê bertekeke wê ya bilez û tund hebe."
"Zerer ne tenê ji bo Îranê ye"
Elî Zeynîwend bal kişand ser bandora cezayên aborî û wiha pê de çû:
"Asayî ye ku ev zext bandorê li rewşa aborî ya Îranê bikin. Lê ne wisa ye ku tenê zererê bigihînin aboriya Îranê, dê bandorê li welatên din û li wan bi xwe (Amerîkayê) jî bikin."
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper roja înê ragihand ku dorpêça wan a li ser Îranê gelekî bibandor bûye.
Elî Zeynîwend red kir ku welatê wî ji ber dorpêçên deryayî ber bi rûxîna aboriyê ve biçe û got:
"Ev hizra Amerîkayê ku difikire di şeş meh an salekê de bi girtina deryayê dikare tiştekî bike, xelet e. Ew dê di demeke nêzîk de têkçûna vê planê jî bibînin."
Dorpêça deryayî û krîza Tengava Hurmizê
Sepandina dorpêça deryayî ya giştî li ser bender û xetên hinartina petrola Îranê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, beşek e ji qonaxa duyem a operasyona bi navê "Hêrsa Dastanî".
Ev operasyon di çarçoveya şerê leşkerî yê navbera Washington û Tehranê de tê kirin.
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê du qonaxên sereke hebûn.
Qonaxa yekem 13ê Nîsana 2026an dest pê kir.
Wê demê Washingtonê biryar da ku hat û çûna deryayî ya ji bo benderên Îranê sînordar bike.
Ev gav wekî bersivekê bû ji bo girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve.
Her wiha wekî bersiva êrişên Tehranê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên piştî destpêkirina şer di dawiya Sibata 2026an de bû.
Di vê heyamê de hêzên Amerîkayê berê zêdetirî 140 keştiyan guherand û 9 keştî jî ji kar xistin.
Wê dorpêç heta 18ê Hezîrana 2026an dom kir.
Piştî îmzekirina peymana di navbera Amerîka û Îranê de ku wekî agirbesteke demkî bû, ew dorpêç hat rakirin.
Wê demê Tehranê jî soza vekirina Tengava Hurmizê da.
Amerîkayê piştî nemana agirbestê û destpêkirina şer, careke din dest bi dorpêçê kir.


.webp&w=3840&q=75)