Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya Îranê ragihand ku Îranê mercên veguhastinê yên li Tengava Hurmizê dijwar kirine.
Bi îdiaya ku rêbazên pejirandî bin pê kirine, hefteya borî rê nehat dayîn ku 30 keştî di tengavê re derbas bibin.
Trafîka deryayî hema bêje sekiniye
Ajansa Nûçeyan a Mehrê da zanîn ku trafîka deryayî û ya bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê hema bêje sekiniye.
Ew ajans agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî berpirs.
Li gorî ajansê, derbasbûna di tengavê re niha gelekî sînordar e.
Keştî tenê dikarin di wan rêyan re derbas bibin ku Îranê destnîşan kirine.
Her wiha divê derbasbûn bi hevrêziya rayedaran be û xercên pêwîst jî werin dayîn.
"Amerîkayê ti belge pêşkêş nekirine"
Heman çavkaniyê anî zimên ku ew raporên li ser rakirina mayînan a ji Tengava Hurmizê ne rast in.
Çavkaniyê destnîşan kir ku Amerîkayê ti belgeyên ku van îdiayan piştrast dikin pêşkêş nekirine.


.webp&w=3840&q=75)
