Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hin aliyên di nav hikûmeta Amerîkayê de hewl didin bazarên enerjiyê manîpule bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Îstîxbarata me nîşan dide ku hewldanên girîng hene bazarên enerjiyê manîpule bikin."
Ebas Eraqçî diyar kir ku hin aliyên di nav hikûmeta Amerîkayê de hewl didin bi rêya "medyaya ku bi hêsanî tê manîpulekirin" bandorê li ser bihayên enerjiyê bikin û got:
“Armanca van hewldanan ew e ku feydeya kesane bi dest bixin û Serokê Amerîkayê Donald Trump di şerekî windakirî de bihêlin.”
Eraqçî her wiha komên alîgirê Îsraîlê yên li Amerîkayê tawanbar kir.
Wî îdia kir ku ev aktor bi "nirxandinên ji rastiyê dûr" şer bidin ferzkirin.
Eraqçî destnîşan kir ku bihayên enerjiyê yên zêde bûne ji hêla gelê Amerîkayê ve jî têne hîskirin.
Derbasbûna li Hurmizê hat sînordarkirin
Îranê veguhastina di Tengava Hurmizê re sînordar kiriye lê Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku tengav di bin kontrola Amerîkayê de ye û tankerên petrolê hîn jî derbas dibin.
Li gorî daneyên şîrketên ku trafîka deryayî ya cîhanî dişopînin, 25ê Tebaxê tenê 5 keştîyên bazirganî ji Tengava Hurmizê derbas bûne.
Hejmara keştiyên bazirganî yên ku 24ê Tebaxê jî di Tengava Hurmizê re derbas bûne wekî 4 hatiye qeydkirin.
Berî şer, rojane bi qasî 120 keştî di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Bihayên benzînê li Amerîkayê zêde bûn
Li gorî daneyên Birêvebiriya Enformasyona Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA), berî şer bihaya navînî yê bermîla benzînê 2,90 dolar bû.
Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, bihayê petrola brent ji 120 dolarî derbas bû û ev yek bû sedema ku bihayên benzînê li Amerîkayê di meha gulanê de bigihîjin 4,60 dolarî.
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hin aliyên di nav hikûmeta Amerîkayê de hewl didin bazarên enerjiyê manîpule bikin.Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Îstîxbarata me nîşan dide ku hewldanên girîng hene bazarên enerjiyê manîpule bikin."
Ebas Eraqçî diyar kir ku hin aliyên di nav hikûmeta Amerîkayê de hewl didin bi rêya "medyaya ku bi hêsanî tê manîpulekirin" bandorê li ser bihayên enerjiyê bikin û got:
“Armanca van hewldanan ew e ku feydeya kesane bi dest bixin û Serokê Amerîkayê Donald Trump di şerekî windakirî de bihêlin.”
Eraqçî her wiha komên alîgirê Îsraîlê yên li Amerîkayê tawanbar kir.
Wî îdia kir ku ev aktor bi "nirxandinên ji rastiyê dûr" şer bidin ferzkirin.
Eraqçî destnîşan kir ku bihayên enerjiyê yên zêde bûne ji hêla gelê Amerîkayê ve jî têne hîskirin.
Derbasbûna li Hurmizê hat sînordarkirin
Îranê veguhastina di Tengava Hurmizê re sînordar kiriye lê Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku tengav di bin kontrola Amerîkayê de ye û tankerên petrolê hîn jî derbas dibin.
Li gorî daneyên şîrketên ku trafîka deryayî ya cîhanî dişopînin, 25ê Tebaxê tenê 5 keştîyên bazirganî ji Tengava Hurmizê derbas bûne.
Hejmara keştiyên bazirganî yên ku 24ê Tebaxê jî di Tengava Hurmizê re derbas bûne wekî 4 hatiye qeydkirin.
Berî şer, rojane bi qasî 120 keştî di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Benzîn li Amerîkayê biha bû
Li gorî daneyên Birêvebiriya Enformasyona Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA), berî şer bihaya navînî yê bermîla benzînê 2,90 dolar bû.
Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, bihayê petrola brent ji 120 dolarî derbas bû û ev yek bû sedema ku bihayên benzînê li Amerîkayê di meha gulanê de bigihîjin 4,60 dolarî.

.webp&w=3840&q=75)

