Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê cezayên nû yên Amerîkayê wekî "neqanûnî" û "terorîzma aborî" pênase kirin û ji cîhanê xwest ku cezayên yekalî yên Washingtonê bi cih neyînin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser cezayên nû yên Amerîkayê yên li dijî Îranê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
"Cezayên Amerîkayê ne qanûnî ne"
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nav û çarçoveya cezayên aborî yên Amerîkayê yên li hemberî Îranê çi dibe bila bibe, ew "Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY), hiqûqa mirovî ya navneteweyî û mafên mirovan bin pê dikin û bi temamî ne qanûnî û neheq in."
Di daxuyaniyê de van gotinan cih girt:
"Li gorî vê yekê, divê hemû welat xwe ji bicihanîna cezayan dûr bixin.
Her wiha divê hemû hikûmet wan rewşên ku ji encamên van kiryarên neqanûnî derdikevin nas nekin û pesend nekin."
"Amerîka îradeya xwe ferz dike"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beşdarbûna cezayên yekalî yên Amerîkayê tê wateya alîkariya Washingtonê da ku îradeya xwe li ser dewletên din ferz bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev ceza têkiliyên aborî û bazirganî yên rewa yên welatan xera dikin.
Hat gotin ku Îran dê ji bo parastina xwe ya li hemberî şerê aborî û gefên Amerîka û Îsraîlê hemû derfetên xwe bi kar bîne.
Birêvebiriya Amerîkayê pakêta cezayan a "herî giran a dîrokê" ya li dijî Îranê ragihandibû.
Washingtonê her wiha gef li wan welatên sêyemîn xwaribû ku bi Îranê re dixebitin.



.webp&w=3840&q=75)