Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand, "Heta têkçûna temamî ya dijminê me Amerîkayî-Siyonîst a li herêmê em dest ji daxwazên xwe yên rewa bernadin."
Desteya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê îro daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî di salvegera berdana dîlên Îranî yên şerê 8 salî yê di navbera Îran û Îraqê de hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de pesnê xelkê Îranê hat dayîn ku di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê de piştgiriya hikûmeta welatê xwe kiriye.
Di daxuyaniyê Hêzên Çekdar ên Îranê wiha hat gotin:
"Hêzên Çekdar ên Îranê li hemberî artêşa herî biçek a cîhanê ku Amerîka ye sekinîne û serkirdeyên wan ên têkçûyî dane çokan.
Heta têkçûna temamî ya dijminê me Amerîkayî-Siyonîst a li herêmê û bidestxistina mafên gelê Îranê em dest ji daxwazên xwe yên rewa bernadin."
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê 28ê Sibata 2026an dest pê kir û 40 roj ajot.
Piştî 40 rojan 8ê Nîsanê agirbest hat ragihandin.
Piştre bi navbeynkariya Pakistanê 18ê Hezîrana 2026an di navbera Tehran û Washingtonê de peymanek hat îmzekirin ku ji 14 madeyan pêk tê.
Lê belê ji ber nakokiyên her du aliyan, ew peyman têk çû û 12ê Tîrmehê şer dîsa dest pê kir û 13 rojan dewam kir.
Îran dan û standinan red dike
Ji 24ê Tîrmehê ve Amerîkayê êrişên xwe rawestandine.
Amerîkayê ragihandiye ku li ser daxwaza navbeynkaran, wan derfet daye dan û standinan.
Lê Îran red dike ku ti dan û standinan bi Amerîkayê re bike.

.webp&w=3840&q=75)

