Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de bal kişand ser ser wê yekê ku divê li Îraqê çek tenê di destê dewletê de bin.
Wî her wiha anî zimên ku divê Îraq nebe çavkaniya gefan an jî qada êrişên li ser welatên cîran.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê daxuyaniyek belav kir ku doh êvarî li Bexdayê hat kirin.
Barzanî diyar kir ku ew bi nûnerên Serokkomarî, Serokwezîrî, Serokatiya Parlamentoyê, Encumena Dadweriyê û serkirdeyên aliyên siyasî re hatine ba hev û wan di civînê de “rewşa giştî ya welat, pirsgirêkên heyî û pêşhatên herêmî û navneteweyî” nirxandine.
"Me pêbendiya xwe ya bi bernameya hikûmetê ducare kir"
Nêçîrvan Barzanî derbarê naverok civînê wiha got: "Me biryardariya xwe ya ji bo bicihkirina bernameya hikûmetê, dabînkirina mafên destûrî û temamkirina karên pêşîn ên niştimanî ducare kir.
Em bi taybetî li ser xurtkirina ewlehî û aramiyê û bilindkirina kalîteya xizmetguzariyên ji bo welatiyan rawestiyan."
"Divê Îraq nebe navenda gefan"
Serokê Herêma Kurdistanê li ser mijara "kontrolkirina çekan" jî got:
"Ji bo xurtkirina serweriya qanûnê û parastina ewlehiya Îraqê, me bal kişand ser girîngiya bicihkirina biryara komkirina çekan a ku tenê di destê dewletê de bin.
Me destnîşan kir ku divê Îraq li herêmê wekî faktoreke aramiyê bimîne. Divê ji bo welatên cîran an jî dewletên din nebe çavkaniya gefan û wekî qada êrişan neyê bikaranîn."
Piştgiriya ji bo hikûmetê
Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku ew piştgiriya tam didin gavên hikûmetê yên ji bo xurtkirina aramiyê.
Wî destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên heyî ya bi hişmendiya berpirsyariya hevpar dê di berjewendiya gelê Îraqê de be û dê pêvajoya bipêşketin û aramiyê xurt bike.



