Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeyeke Reutersê, Îranê ji bo xurtkirina pergala parastina xwe ya asmanî bi Çînê re peymanek kiriye.
Tê payîn ku Îran di hefteyên pêş de 300 heta 400 pergalên parastina asmanî yên li ser milan ji Çînê wergire.
3 çavkaniyên ku agahiyên wan li ser mijarê hene ji Reutersê re axivîn.
Li gorî van çavkaniyan, bihayê peymanê di navbera 60 û 70 milyon dolarî de ye.
Peyman bi rêya şirketeke li Hong Kongê hatiye kirin
Çavkaniyan eşkere kir ku ev peyman bi rêya şirketeke li Hong Kongê hatiye kirin.
Navê vê şirketê "Zhongqing Baoshang International Investment" e û wê di navbera Îran û Çînê de navbeynkarî kiriye.
Di nûçeyê de qala cureyê wan çekan jî hat kirin.
Hat ragihandin ku mûşekên parastina asmanî yên li ser milan ên bi navê QW-12 û FN-16 di vê peymanê de cih digirin.
Ev mûşek berhemên Çînê ne.
Îran piştî şer xwe ji nû ve bi çek dike
Ev kirîn, piştî aloziyên bi Amerîka û Îsraîlê re wekî yek ji gavên herî mezin ên Tehranê tê dîtin.
Di wî şerî de kêmasiyên Îranê yên di parastina saziyên leşkerî û binesaziya stratejîk de derketin holê.
Îran piştî mehên şer û pevçûnan pêwîstî bi çekên nû dibîne.
Lêkolînerên leşkerî diyar dikin ku pergalên parastina asmanî yên li ser milan gelekî girîng in.
Sedema vê yekê ew e ku tîmên biçûk dikarin wan bi asanî veguhêzin û bi kar bînin.
Bi vî awayî, armanckirina wan ji ya bataryayên cîhgirtî (sabit) zehmettir e.
Ev pergal bi taybetî li dijî balafir, helîkopter û dronên ku nizim difirin tên bikaranîn.
Bersiva Çîn û Pakistanê
Li gorî çavkaniyan, tê plankirin ku ev çek pêşî bi rêya asmanê bigihîjin Urumçiya Çînê û paşê di ser Pakistanê re derbasî Îranê bibin.
Lê belê artêşa Pakistanê ev îdia red kirin.
Pakistanê ragihand ku nûçeyên derbasbûna van çekan a di ser welatê wan re "ji rastiyê dûr in û derew in."
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Çînê jî ev nûçe red kirin.
Wezaretê anî zimên ku rola Çînê her tim ew e ku aştî û aramiyê bi pêş bixe.
Gefên Trump didomin
Bajarê Washingtonê roja şemiyê bombebarana xwe ya du hefteyan ji nişka ve rawestand.
Lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku eger dan û standinên ji bo agirbestê bi ser nekevin, ew dê êrişên xwe dîsa bidin destpêkirin.



