Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku di navbera wan û Amerîkayê de ti pêvajoyên hevdîtinan nînin.
Îsmaîl Beqayî da zanîn ku ew dê destûrê nedin Amerîka li ser mijarên şer an aştiyê biryarder be.
Beqayî her wiha tekez kir ku Îran dê ji mafê xwe yê bikaranîna enerjiya nukleerê ya ji bo armancên aştiyane dest bernede.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di civîna rojnamegeran a heftane ya wezaretê de axivî.
“Ewlehî û berjewendiyên me girîng in”
Beqayî li ser hevdîtinên bi Amerîkayê re got, "Tiştê ku ji bo me girîng e berjewendiyên me yên neteweyî ne, ne dilgiraniyên Amerîkayê ne.
Em ti carî destûrê nadin ku Amerîka li ser hevdîtin, şer an aştiyê biryarder be.
Heta ku berjewendiyên me yên neteweyî hewce bikin, em dê xwe biparêzin.
Her gava ku em bawer bikin em dikarin bi rêya dîplomasiyê berjewendiyên xwe biparêzin, em dê wê bi kar bînin."
“Di navbera Tehran û Washingtonê de hevdîtin nînin”
Beqayî îdiayên ku dibêjin Îranê ji Amerîkayê daxwaza destpêkirina hevdîtinan kiriye red kirin.
Wî diyar kir ku di vê qonaxê de hevdîtinên rasterast ne di rojevê de ne û wiha domand:
“Di navbera Tehran û Washingtonê de ti pêvajoyên hevdîtinan nînin.
Lê pêwendiyên me yên bi Omanê re didomin."
Beqayî anî zimên ku hevdîtinên rojên înê û şemiya borî yên li Tehranê yên di navbera Îran û Omanê de di asta alîkarên wezîrên karên derve de pêk hatine û ev hevdîtin "erênî û berhemdar" derbas bûne.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Îranê, di hevdîtinên navbera Tehran û Maskatê de mijara avakirina mekanîzmayekê hatiye gotûbêjkirin.
Ev mekanîzma dê derbasbûna ewle ya keştiyên bazirganiyê yên di Tengava Hurmizê re garantî bike.



