Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îranê hişyarî da Amerîkayê û ragihand, “Di îhtimaleke êrişeke bejahî û dagirkirina axa wan de, artêşa welatê wî dê di nav axa Îranê de hêzên Amerîkayê bike armanc.”
Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Ekremîniya di hevpeyvînekê de li gel televîzyona fermî ya welatê xwe ragihand:
"Eger lingê Amerîkiyan bigihêje ser axa yek ji giravên Îranê, bê guman ji aliyê hêzên çekdar ve di nav wan heman giravan de dê werin armancgirtin."
Berdevkê artêşa Îranê tekezî li ser wê yekê kir ku di hişmendiya şer de, dema ku beşekî axê were dagirkirin, ji bo gihandina zerereke mezin dibe ku welat axa xwe jî bike armanc.
Artêşa Amerîkayê 10 roj in bi giranî Îranê bombebaran dike.
Washington armanca êrişan wekî "têkbirina hêza leşkerî ya Îranê ya li Tengava Hurmizê" û vekirina rêya bazirganiya serbest bi nav dike.
Li beramberî vê, beşek ji berpirsên Îranê dilgiran in ku êrişên asmanî bibin destpêka êrişeke bejahî.
Endamê Parlamentoya Îranê Emîrhuseyn Sabitî amaje bi wê yekê kir ku îhtimala êrişa bejahî heye.
Cîgirê Fermandarê Hêza Bejahî ya Supaya Pasdaran a Îranê Ruhulah Nûrî di vê çarçoveyê de 19ê Tîrmehê ragihand:
"Hêzên me di asta herî bilind a amadehiyê de ne û her cure şerxwazî dê di heman çirkeyê de were pûçkirin."
"Bila bifikirin ka dê çawa birevin"
Her wiha Şêwirmendê Rêberê Îranê yê Kar û Barên Leşkerî Muhsîn Rezayî hişyariyeke tund da Washingtonê û da zanîn:
"Îran bi temamî ji bo hemû senaryoyan amade ye.
Amerîkî eger karibin werin nav axa Îranê, divê li ser wê yekê jî bifikirin ka dê çawa karibin birevin?"
Dawiya hefteya borî jî Emîrhuseyn Sabitî amaje bi wê yekê kiribû ku êrişên asmanî yên Amerîkayê dibe ku tenê amadehî bin ji bo êrişa bejahî ya li ser Îranê.
Vê yekê wiha kiriye ku hêzên çekdar ên Tehranê di amadehiya herî bilind de bin.
.webp&w=3840&q=75)


