Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amarên qurbaniyên êrişên Amerîkayê eşkere kirin.
Wezaretê ragihand ku zêdetirî 50 kesan hatine kuştin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûne.
Berpirsê Pêwendiyan ê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kirmanpûr îro li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî Xê daxuyaniyek da û got:
"Di êrişên dawiyê yên Amerîkayê de 50 kesan canê xwe ji dest da û 517 kes jî birîndar bûn."
Li gorî gotina wî berpirsî, di nav wan kesên ku hatine kuştin de 7 kes zarok in.
Her wiha di nav birîndaran de jî 54 zarok hene.
Nasnameya qurbaniyan ne diyar e
Husên Kirmanpûr da zanîn ku 468 kes ji birîndaran piştî tedawiya destpêkê vegeriyane malên xwe û 33 kesên din hîn li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê eşkere nekiriye ku ew qurbanî ji kîjan bajar û navçeyan in.
Yan jî nehatiye diyarkirin ka çend endamên hêzên ewlehiyê ne û çend sivîl in.
Artêşa Amerîkayê şeva borî êrişî Îranê kir.
Êrişan nêzîkî 5 saet û 30 xulekan ajot û di êrişan de pergalên çavdêriya peravan ên Îranê, kelûpelên parastina asmanî, keştî û belemên leşkerî û embarên mûşek û dronan hatin armancgirtin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser mijarê daxuyanî da.
CENTCOMê diyar kir ku armanca êrişan lawazkirina kapasîteya Îranê ya çêkirina gefan a li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ye.
Her wiha CENTCOMê da zanîn ku baregehên Supaya Pasdaran a Îranê jî hatine armancgirtin.
Amerîka Supaya Pasdaran wekî berpirsyarên êrişa li dijî leşkerên xwe yên li Urdinê dibîne.


.jpg&w=3840&q=75)
