Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî diyar kir ku welatê wî pêbendiyên xwe yên bi peymana bi Amerîkayê re rawestandine.
Xerîbabadî ji televîzyona dewletê ya Îranê re helwesta welatê xwe ya li ser peymanê eşkere kir.
Xerîbabadî diyar kir ku Amerîkayê hemû pêbendiyên bi peymanê bin pê kirine û hemû made rawestandine.
Wî destnîşan kir ku welatê wî jî pêbendiyên xwe yên bi vê peymanê rawestandine û êdî wan bi cih nayîne.
Xerîbabadî her wiha diyar kir ku ew di rewşa niha de bi tenê balê dikişînin ser parastina welêt.
"Amerîkayê dîsa dest bi êrişan kir"
Kazim Xerîbabadî anî zimên ku Amerîkayê di qonaxa dan û standinan de dîsa dest bi êrişên xwe kiriye.
Xerîbabadî diyar kir ku Amerîkayê careke din fêm kiriye ku helwesta êrişkar nabe sedema ti encamê û ji ber vê jî bersiva pêwîst wergirtiye.
Peymana 14 madeyî pûç bû
Di navbera Amerîka û Îranê de metneke lihevkirinê ya ji 14 madeyan hatibû îmzekirin.
Vê peymanê bidawîkirina şer, vekirina Tengava Hurmizê, sivikkirina cezayan û soza Îranê ya çênekirina çekên nukleerî li xwe digirt.
Metna lihevkirinê 19ê Hezîrana 2026an li Swîsreyê bi merasîmeke fermî hatibû îmzekirin
Lê belê ev peyman bi êrişên ku hefteya borî dest pê kiribûn bi temamî pûç bû.
.webp&w=3840&q=75)

