Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî got ku Amerîka hewl dide kontrola Tengava Hurmizê bixe destê xwe.
Beqayî her wiha diyar kir ku Amerîka wan peymanên ku berê hatine îmzekirin paşguh dike.
Îsmaîl Beqayî diyar kir ku li gorî madeya 5an a peymanê, bi eşkereyî tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê birêvebirina Tengava Hurmizê bi şêwira li gel Umanê û welatên herêmê be.
Beqayî ragihand ku Washingtonê ev peyman li ber çavan negirtiye û dixwaze vê derbasbûna avî ya stratejîk kontrol bike.
"Li hemberî êrişan bersiveke berpirsane bû"
Berdevkê Wezareta Karên Derve gavên welatê parastin û got:
"Rêkarên sînordarker ên dawî yên Îranê yên li Tengava Hurmizê, bersiveke berpirsiyarane bû li hemberî wan êrişkarên ku dixwestin vê derbasbûnê ji bo êrişkirina ser Îranê bi kar bînin."
Beqayî tekez kir ku Îran di wê baweriyê de ye ku çavkaniya sereke ya nêaramiyê ya li herêmê, destwerdanên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê ne ku her tim dibin sedema şer û tundiyê.
Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku herêm di qonaxeke hestiyar de ye.
Beqayî diyar kir ku ew ê êdî li hemberî destwerdanên hêzên derve bêdeng nemînin da ku ewlehî bigihîje lûtkeyê.
.webp&w=3840&q=75)

