Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrişên Amerîkayê yên ji 27ê Hezîranê ve 50 kes mirine û zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kirmanpûr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahiyên dawî yên derbarê êrişan parve kirin.
Zêdetirî 500 kesî birîndar bûne
Kirmanpûr destnîşan kir ku di êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê de 50 kes mirina.
Kirmanpûr her wiha da zanîn ku zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûne ku di nav wan de jin û zarok jî hene.
Kirmanpûr daxuyand ku tedawiya hinek birîndaran li nexweşxaneyan didome.
Berdevk her wiha eşkere kir ku tedawiya 460 kesî bi dawî bûye û ew ji nexweşxaneyan şandine malê.
Kirmanpûr 17ê Tîrmehê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di êrişên navborî de 38 kes mirine û zêdetirî 400 kesan jî birîndar bûne.

.webp&w=3840&q=75)

