Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Tehranê li Qada Welîesrê afîşeke nû daliqand ku bi awayekî nerasterast gefa kuştinê li Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwe.
Di afîşê de tê gotin ku piştî mirina Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham ku 11ê mehê ji ber nexweşiyeke ji nişka ve mir, dora mirina Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Di afîşê de du gotinên bi zimanê Îngilîzî hene ku yek jê hashtaga "#lindseygraham" e û ya din jî hevoka "Who is D (the) nexT one?" (Kesê di dorê de kî ye?) ye.
Di vê hevokê de tîpên "D" û "T" mezin hatine nivîsandin ku ev jî îşaretê bi tîpên ewil ên nav û paşnavê Donald Trump dikin.
Lîsteya tolhildanê ya Îranê
Medyaya Îranê lîsteyeke "tolhildanê" belav kiriye û di wê lîsteyê de nav û wêneyê Donald Trump di serê hemû serkirdeyên Amerîka, Îsraîl û welatên Ewropayê de cih digire.
Ew kes wekî "biryarder" an jî "bikujên" Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hatine diyarkirin.
Her wiha berpirsên Komara Îslamî ya Îranê û alîgirên hikûmetê gelek caran tekeziya xwe ya ji bo tolhildana Elî Xamineyî aniye ziman û bi awayekî rasterast behsa kuştina Serokê Amerîkayê kirine.
Donald Trump wekî bertekekê li hemberî gefên kuştinê ragihand:
"Hezar mûşek hatine amadekirin û ber bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatine arastekirin.
Eger Tehran gefên xwe yên ji bo kuştin an jî hewla kuştina Serokê Amerîkayê -ku di vê rewşê de mebesta min ez im- pêk bîne, dê bi hezaran mûşekên din jî yekser li pey wan werin şandin."


.jpg&w=3840&q=75)
