Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Îbrahîm Zulfîqarî ragihand ku ew rê nadin Amerîka midaxeleyî Tengava Hurmizê bike.
Wî destnîşan kir ku ev yek ji bo Tehranê "xeta sor a bêtewîz" e.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Zulfîqarî li ser êrişên Amerîkayê û rewşa li Tengava Hurmizê daxuyanî daye.
"Xeta sor a Îranê ye"
Zulfîqarî aniye zimên ku Amerîka bi êrişên xwe herêmê nearam dike û diyar kiriye ku Amerîka welatekî ji derveyî herêmê ye û ew dê di bin ti mercan de rê nedin ku Amerîka midaxeleyî Tengava Hurmizê bike.
Zulfîqarî destnîşan kir ku ev yek ji bo Îranê “xeteke sor” e.
Gefên li ser binesaziyê
Zulfîqarî her wiha hişyarî da ku eger Amerîka binesaziya Îranê bike hedef, ew dê jî li hemû binesaziya herêmê bixin û ew dê “şopa wan jî nehêlin.”
Divê were gotin ku demên dawiyê aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ya li ser Tengava Hurmizê gurtir dibe.
.jpg&w=3840&q=75)


