Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku pêleke nû ya êrişên asmanî yên li ser Îranê bi dawî bûye û pergalên parastina asmanî jî bûne hedef.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca êrişan lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo çêkirina metirsiya li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ye.
Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê CENTCOMê hatiye belavkirin, ev pêla êrişan 15ê Tîrmehê demjimêr 21:00ê bi dema Amerîkayê (bi dema Kurdistanê, 16ê Tîrmehê demjimêr 04:00an) bi dawî bûye.
Operasyona li ser navendên fermandariyê
CENTCOMê eşkere kir ku hêzên Amerîkayê navendên fermandariyê, pergalên parastina asmanî, şiyana mûşek û dron û tesîsên çavdêriya qeraxan ên Îranê kirine hedef.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên Amerîkayê ji bo kêmkirina şiyana Îranê ya ji bo çêkirina metirsiyê li ser deryavanên bêguneh ên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê, êrişî navendên fermandariyê, tesîsên parastina asmanî, şiyana mûşek û dronan û tesîsên çavdêriya qeraxan kir."
CENTCOMê her wiha destnîşan kir ku ji bo lêdana armancên li gelek xalên ku di nav wan de Bender Ebas jî heye çekên hesas hatine bikaranîn.
90 xulek bombebaran
Fermandariyê behsa operasyoneke din a vê sibehê jî kir.
Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê di pêleke êrişan a ku 90 xulekan ajotiye de li Girava Tunba Mezin pergalên parastina qeraxan û çeperên mûşekan bombebaran kirine.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin: "Artêşa Amerîkayê li gorî fermana Fermandarê Giştî, Îranê berpirsyar dibîne."
Aloziya li Tengava Hurmizê
CENTCOM di rojên dawî de li ser hev operasyonan dibe ser binesaziya leşkerî ya Îranê.
Washington dibêje armanca van êrişan kêmkirina gefên li ser trafîka deryayî ya navneteweyî ya li Tengava Hurmizê ye.
Demên dawiyê aloziya di navbera Amerîka û Îranê de ya li ser Tengava Hurmizê gurtir dibe.
Bi navbeynkariya Pakistanê ji bo çareseriyeke mayînde peymanek hatibû amadekirin lê niha Amerîka û Îran li hev dixin.



