Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî medyaya dewletê ya Îranê, rayedarên Îranê îro xwenîşanderekî din îdam kir ku beşdarî xwenîşandanên li dijî hikûmetê yên meha Kanûna Paşîn bûbû.
Di wan xwenîşandanan de bi hezaran xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn kuştin.
Mihemed Emînî Dehaganî bi îdiaya ku êrişî avahiyên hikûmetê û hêzên ewlehiyê kiriye, li bajarê Dehaganê yê parêzgeha Îsfehanê hat bidarvekirin.
Ew bi tohmetên "miharebeya bi armanca siyasî", “şerê li dijî Xwedê” û "derxistina fîtneyê" hat darizandin.
Di nav tohmetên li ser Dehaganî de "kirina propagandayê, li qada sîberê pêwendîdanîna bi hesabên bikarhênerên li dijî şoreşê re û xwestina çekan, şandina dîmenên alavên şer ji bo bikarhênerên sîberê" jî hebûn.
"Zerer gihandiye mal û milkên giştî"
Ajansa nûçeyan a Mehrê amaje bi wan dîmenan da ku tê îdiakirin Dehaganî "2 molotofkokteyl hilgirtine, yek avêtiye qeymeqamtiyê û ya din jî avêtiye qereqola polîsan".
Ajansê ragihand: "Ew kesê ku agir berdaye avahiya qeymeqamtiyê, zerer gihandiye mal û milkên giştî yên li Qada Îmam Huseyîn û êrişî qereqola navendî ya polîsan a li Dehaganê kiriye vê sibehê hat bidarvekirin."
Hat îdiakirin ku Dehaganî di îfadeya xwe de gotiye:
"Di nav kesên ku serî hildabû de çekên wekî keleşnîkofê hebûn.
Wan ew çek ji polîsan dizîbûn. Min ji wan xwest ku çekê bidin min da ku ez guleyan bireşînim."
Ev bidarvekirin di demekê de pêk hat ku rayedarên Îranê piştî şerê ku 28ê Sibatê bi Amerîka û Îsraîlê re dest pê kir zextên xwe zêde kirine.
Dozên ku di mehên dawî de hatine vekirin bi giştî bi îdiayên "sîxuriya Îsraîlê", "beşdariya xwenîşandanên meha Kanûna Paşîn" û "pêwendiya bi komên mixalefetê re" ne.
Rêxistinên mafên mirovan, rayedarên Îranê bi wê yekê tohmetbar dikin ku ew ji bo girtiyên siyasî bi zorê tohmetên sexte qebûl bikin, şkence û taktîkên dermirovî bi kar tînin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) eşkere kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sala 2025an 2 hezar û 63 kes hatine îdamkirin. Ev hejmar di nava nêzîkî 35 salan de hejmara herî bilind e.
Îranê ji 28ê Sibata 2026an û vir ve ku şerê bi Amerîka û Îsraîlê re dest pê kiriye, bi dehan girtiyên siyasî îdam kirine.
Rayedarên li Tehranê jî diyar dikin ku ew dê wan kesên ku wekî "girêdayî dijmin" pênase dikin zêdetir îdam bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di rojên borî de anîbû ziman ku hejmara xwenîşanderên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin derdora 52 hezarî ye.



