Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku di êrişa Amerîkayê ya li ser tesîseke leşkerî de 7 kes mirine.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, artêşa Îranê li ser êrişa Amerîkayê ya li bajarê Îranşehrê yê parêzgeha Sîstan-Belûçistanê daxuyaniyek daye.
Bi 13 mûşekan êriş kirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîkayê berê sibehê bi 13 mûşekan êrişî tesîseke leşkerî ya hêzên bejayî kiriye.
Ev tesîsa leşkerî li herêma Bempurê ya navçeya Îranşehrê ye.
Hat destnîşankirin ku di vê êrişê de xalên kontrolê, cihên mayînê û herêmên nobetê bûne hedef.
"Em dê bersiveke teqez bidin"
Artêşa Îranê diyar kir ku di vê êrişê de 7 karmend mirine û gelek kes jî birîndar bûne û got ku ew dê "bersiveke teqez" bidin vê êrişa Amerîkayê.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)