Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê bi şev êrişî parêzgeha Hurmizganê ya Îranê kir. Di vê êrişê de ji heman malbatê 3 kes mirin.
Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Farsê li ser vê mijarê hûrgilî belav kirin.
Li gorî nûçeyê, balafirên Amerîkayê li Hurmizganê depoyeke êm û xaleke parastina jîngehê kirine armanc.
Hat ragihandin ku di van êrişan de bûka karmendekî parastinê û 2 kurên wî mirine.
Mala vê malbatê li nêzîkî wê xala parastina jîngehê bûye ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatiye bombebarankirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên asmanî yên li ser Îranê di şeva sêyem de jî berdewam kiriye.
CENTCOMê eşkere kir ku armanca wan a sereke lawazkirina şiyana Îranê ya ji bo êrişên li ser keştiyên bazirganiyê ye.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
