Hewlêr (Rûdaw) - Li çend bajarên başûrê Îranê dengê teqînan hat bihîstin.
Qaymeqamê Girava Qişmê diyar kir ku girav bi 10-11 mûşekan hatiye armanckirin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, îro devdevê êvarê li bajarên Bender Ebas, Hacî Abad, Bender Lengeh û giravên Farur û Qişmê dengê çend teqînan hatiye bihîstin.
Li Bender Ebasê teqînên bihêz
Ajansa Nûçeyan a Fars Newsê ya nêzîkî Artêşa Îranê ragihand ku li bajarê Bender Ebasê dengê çend teqînan hatiye bihîstin.
Li gorî gotina şahidan, dengê teqînan li beşa rojhilatê bajarî bihêztir bûye.
Fars Newsê diyar kir ku li sînorê deryayî yê Girava Qişmê ya ku dikeve Tengava Hurmizê, dengê çend teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Li gorî ajansê, niştecihên navçeya Mesenê ya li başûrê Girava Qişmê piştrast kiriye ku dengê çend teqînên bihêz li navçeya wan hatiye bihîstin.
Qaymeqamê Qişmê: Êrişê zerer neda
Qaymeqamê Qişmê Husên Emîrteymûrî ragihand ku îro êvarê bi mûşekan êrişî giravê hatiye kirin û nêzîkî 10-11 mûşek avêtine giravê.
Qaymeqamê Qişmê her wiha destnîşan kir ku hemû ew cihên bûne armanc pêgehên leşkerî ne lê êrişê ti zerer nedaye.
Ajansa Nûçeyan IRNAyê jî belav kir ku êvara îro li bajarê Bender Ebasê dengê çend teqînan hatiye bihîstin û li gorî agahiyên destpêkê êrişî armancên leşkerî yên bajarî hatiye kirin.
Mirî û birîndar hene
IRNAyê daxuyand ku “dijmin” her wiha êrişî bajarên Hacî Abad, Bender Lengeh û giravên Farur û Qişmê jî kiriye.
Li gorî rapora IRNAyê, di êrişa li ser Girava Farurê de kesek miriye û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Fars Newsê li ser zarê çavkaniyeke leşkerî ya Îranê eşkere kir ku di êrişên îro yên Îranê yên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweytê de, 3 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku şeva borî hêzên wan êrişî 140 armancên leşkerî yên di nav axa Îranê de kiriye.
Hêzên çekdar ên Îranê jî di beramber de êrişî çend welatên li herêmê kir.

.jpg&w=3840&q=75)

