Hewlêr (Rûdaw) - Di deqîqeyên dawî yên merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê ya li Meşhedê de li xaleke kontrolê gule li beşdaran hatin reşandin.
Alîkarê Parêzgarê Xorasana Rezewiyê ragihand ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin.
Êriş destê sibehê li nêzîkî mezargeha Îmam Reza ya li bajarê Meşhedê yê Îranê rû da.
Termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li Meşhedê hat veşartin.
Alîkarê Parêzgarê Xorasana Rezewiyê Emîrullah Şemqedrî êrişa li navenda parêzgehê piştrast kir û diyar kir ku herî kêm 2 kes hatine kuştin.
Emîrullah Şemqedrî anî ziman ku her çend nasnameya êrişkaran nehatiye diyarkirin jî, hêzên ewlehiyê ji bo girtina wan lêkolînên xwe didomînin.
Çekdar bi cilên leşkerî bûn
Li gorî medyaya Îranê, êrişkaran cilên leşkerî li xwe kiribûne, ji ber wê jî xelk û xalên kontrolê jê guman nekiriye.
Heta niha bi awayekî fermî nasnameya kesên ku hatine kuştin nehatine eşkerekirin lê belê medya dibêje ku êriş li nêzîkî xaleke kontrolê bûye.
Tê gotin ku di êrişê de 2 endamên Besîcê hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.
Roja 28ê Sibatê destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê Elî Xamineyî di êrişeke li ofîsa xwe ya li Tehranê de hatibû kuştin.
Termê Xamineyî piştî 131 rojan, îro li mezargeha Îmam Reza ya li Meşhedê hat veşartin.


_(1).webp&w=3840&q=75)
