Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sîstan-Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, di êrişeke bi çekan de polîsek mir.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîv-fermî ya Îranê, polîsek dema ku ji mala xwe diçû ser karê xwe rastî êrişa komeke çekdar hatiye.
Hat angaştkirin ku pêwendiya wê koma çekdar "bi Amerîka û Îsraîlê re heye."
Doh li bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê jî 2 endamên Pasdaran hatibûn kuştin.
Her wiha li bajarê Seravanê yê eyaleta Sîstan-Belûçistanê jî 2 kes hatibûn kuştin.



