Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya navbera Amerîka û Îranê derbasî qonaxeke nû bû.
Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li Îranê li dijî gelek armancan dest bi êrişan kiriye.
Hat diyarkirin ku li başûrê Îranê li gelek deveran dengê teqînan hatiye bihîstin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser mijarê daxuyaniyek da.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de anî zimên ku wan li dijî gelek armancên li Îranê dest bi "êrişên nû yên xweparastina meşrû" kiriye.
Li başûrê Îranê teqîn
Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, li rojavayê wî welatî û li parêzgehên Fars û Hurmizganê pergalên parastina asmanî ketine dewrê.
Hat ragihandin ku li deverên Mînab, Bender Ebas, Kîş, Sîrîk, Qeşim û Hengamê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Televîzyona dewletê ya Îranê jî da zanîn ku li giravên Qeşim û Hengamê hinek cih bûne armanca êrişan.
Her wiha li bajarê Bender Ebasê jî li pey hev dengê teqînan hatiye bihîstin.
“Em dê derbên gelekî giran li Îranê bixin”
Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya êrişan peyamên tund dabûn Îranê.
Trump gotibû, "Em dê îro derbên gelekî giran li Îranê bixin. Dibe ku ez êrişî binesaziya Îranê bikim lê ez nikarim hûrgiliyan bidim we."
Trump anîbû zimên ku ew bi Îranê re peymaneke “bikêrhatî" dixwazin.
Serokê Amerîkayê îdia kiribû ku birêvebiriya Tehranê dan û standinan dereng dixe û gotibû:
"Îranê qebûl kir ku nabe xwedî çekên atomê. Tekane tiştê ku divê ew bikin îmzekirina belgeyê ye."
Ji Pentagonê peyama êrişê
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî beriya êrişan daxuyaniyek dabû.
Hegseth destnîşan kiribû ku ew dê navendên girîng ên li Îranê bikin armanc û gotibû.
"Fermandariya Navendî ya Amerîkayê îşev dê mijûl be. Em dê navendên girîng ên li Îranê bikin armanc.
Dê êriş bi hêz û zelal bin. Dê xizmeta berjewendiyên leşkerî yên Amerîkayê bike û pêgeha wê ya dîplomatîk xurt bike."
Li aliyê din, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, welatiyên Amerîkî yên li Îraqê hişyar kirin.
Balyozxaneyê ji wan xwest ku ji ber rûdanên dawî yên li herêmê baldar bin.
Ji Îranê hişyariya bersivdayînê
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê ragihand ku Îranê li dijî berjewendiyên Amerîkayê armancên nû diyar kirine.

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
