Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku êrişa li binesaziya stratejîk ne nîşana hêzê ye û ev yek wekî "bêhêvîtiyê" pênase kir.
Ev daxuyaniya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî gefên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku ragihandibû ew dê "gelekî giran" êrişî Îranê bikin.
Mesûd Pizîşkiyan li ser tora civakî ya Xê bersiva gefên Amerîkayê da û nivîsî:
"Binesaziyên stratejîk rehên zindî yên jiyana xelkê ne.
Gefa lêdana torên veguhastinê, kareba û avê ne nîşana hêzê ye, nîşana bêhêvîtiya li hemberî îradeya gelekî ye."
Pizîşkiyan tekez kir ku Îran bi pişta xwe bi zanist û yekrêziya niştimanî germ dike û dê li hemberî her zext û gefan raweste.
Gefên tund ên Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamegeran re axivî û got:
"Me doh bi tundî li wan da, îro jî em dê careke din bi tundî li wan bidin.
Em dê gelekî giran êrişî wan bikin."
Trump, Îranê bi wê yekê tohmetbar dike ku di dan û standinan de "bi demê dilîzin" û “wekî ku ehmeq e miameleyê li gel Washingtonê dikin.”
Trump her wiha behsa îhtimala lêdana pir û stasyonên karebayê yên li Îranê kir.
Xistina helîkopterê û êrişên CENTCOMê
Aloziyên her du welatan piştî ku Îranê helîkoptereke şer a Amerîkayê ya cureya Apacheyê xist gihîşt lûtkeyê.
Li hemberî vê yekê artêşa Amerîkayê çend caran êrişî baregehên Îranê kir.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan bi fermana Trump êrişên "parastina xwe" kirine û ev êriş wekî bersiveke guncav a ji bo êrişkariya Îranê bi nav kirin.
Li hemberî êrişên Amerîkayê, Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê ragihand ku wan baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirine armanc.
Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku wan êrişî 21 armancên leşkerî yên Amerîkayê kiriye.
Di nav wan armancan de navenda Fîloya Pêncem a artêşa Amerîkayê ya li Behreynê û 4 armancên stratejîk ên li nav axa Urdinê hene.



